Hunera Xweristî ya Sêyan xwe disipêre çi?

Rêdûr DÎJLE nivîsand —

Duşem 15 Sibat 2021 - 01:34

Hefteya borî, bi qasî ku quncika min derfet dabûn ber min, min hebikekî bal kişandibû ser gotara “Hunera Xweristî ya Sêyan” a A. Çadırcı. Lê tu dibêjî qey, ew balkişandin hebikekî sûkî mabû, lê ji bêgavî. Lewma vê carê ez ê hîn bêhtir ji hev derxim. 

Di nivîsa borî de, min di çarçoveya “Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê” de îşaret bi hêla terazûya jiyan, mirov, civak, ferd û xisleta wê ya pirrpêkhateyî ya gotara “Hunera Xweristî ya Sêyan” kiribû û destnîşan kiribû ku Çadırcı, di hemû şert û şirûtan de heqê jiyanê diparêze û destnîşan dike ku divê heqê ferd-civakê bê parastin. Lê ez ê vê carê jî li ser referans û dîtina cîhanê ku “Hunera Xweristî ya Sêyan” xwe disipêrê, nêzîkayiya wê ya ji bo mirovan û ziman, ji xeynî Kurdî nivîsandina bi zimanên din, taybetmendî û şêweya wê bisekinim.

Li gorî gotara navbirî, madem li Kurdistanê paradîgmayeke nû bi pêş ve ketiye, nexwe divê werarbûna civakîbûnê jî ber bi paradigmaya nû ve be. Huner û wêje jî ji bo ku karibe bibe bersiva vê jiyana civakî, beriya her tiştî divê xwe li gorî vê amade bike û hevterîbê vê jiyanê be. Yan na, wê nikaribe ji sînorên klasîzma Kurdî û wê de biçe. Ew ê di bin bandora şêweyên modernîzma bûrjuwayê de bimîne. Bi vî awayî jî ew ê nikaribe xwe bide der, bişibe wê û axirê wê ji vî kirasî zewaceke ‘ecêb’ derkeve holê. 

Lewma xweristiya sisêyan, li dijî “bizav”, qalibkerî, kevneperestî û sînordanînê ye. “zorbaziya bizavî” jê re ne esas e. Li ber feraseta “huner ji bo civakê ye” û “huner ji bo hunerê ye” radibe. Ji lewra ya ewil bi awayekî fermanî pêkanîna peywira civakî-siyasî li hunerê bar dike û ya diduyan jî ji hemû berpirsiyariyan direve. Yanî her du jî hunerê ji azadiya xweristî û afirîneriyê dûr dixin. Xweristiya sêyan, azadîxwaziyê, geriyana bêsînor a nekontrolkirî ya xeyalê diparêze. 

Baş e, lê referansa huner û wêjeya li ser esasên vê paradîgmayê çi ye? 

Wekî referans îşaret bi hevratiya rikibandî ya zekaya analîtîk û hîsî/pejnî dike. Meteryalîzma vulger/çors qebûl nake. Tişta ku tenê li ser esasên hişî û vacî, pozîtîvîzm û ampîrîzmê ye, bi awayekî qethî red dike. Baweriyê bi hevratiya hîs û fikrê tîne. Tişta afirîner jê re esas e. Li gorî wê, ev hevratî bilind dibe û dehatiya afirîner a hunermend pêk tîne. Bereksê meteryalîzma çors, dîtina hunermend a aliyê ji maddeyê wêdetir esas digire. 

Li gel vê, xwe disipêre dîtineke cîhanî û ji bo mirovan û jiyanê xwediyê helwêstekê ye. 

Ev helwêst berjewendiyên civaka demokratîk in. Ji xweristiya sêyan yeqîn dike. Tenê ne bi “ezî” û takekesiyê, ew îşaret bi hevkêşiya ferd-civak û civak-xweristê dike. Nêzîkayiya navendparêz (sentrîst) a mirovî, hebûna mêrî ya navendparêz yan jî ya jinê ya navendparêz red dike. Wekheviya cinsî, nirx û bedewiyên civaka demokratîk jê re esas in. Bereksê feraseta hunera modernîteya kapîtalîst, ji binî ve kevneşopiyê red nake. Lê dilsoziyeke hişkbawerî ya ji bo wê jî qebûl nake. Yanî li dijî kevneperestiyê, xwedî bergeha azadiyeke bêsînor e. 

Di warê ziman de jî berkesê bizavên hunerî yên serdema kapîtalîst, xwedî helwêst û nêzîkayiyeke dewlemendiya zimanan e. Pirrengî û pirrdengiya vê axê jê re esas e. Lê ji ber ku ev xaleke bigelemşe ye, hinekî bi tirs nêzî wê dibe. Wê ji nîqaş û guftûgoyeke din re dihêle. Helbet, bipêşvebirin û qewîkirina di warê Kurdî de jî wekî bar û peywireke bivê nevê destnîşan dike. Lê divê ev di çarçoveya “neteweperestî-şovenîstiya zimên” de asê nebe. Yanî di huner û wêjeyê de ketina pey zimanekî pirr xwerû ne rast e, ji lewra ew ê berdariya wê stewr bike. 

Her wiha di warê nivîsandina berhemên bi zimanên din û nehesibandina wan a ji wêje-hunera Kurdî jî wekî netewperestî-şovenîstiya zimên qebûl dike. Vê, wekî neheqiyeke li rasteqîniya Kurdî û înkarkirina nirxên Kurdî dihesibîne. Tercîha nivîsandina bi zimanên cîranan bi şert û şirûtên zext, zorî, asîmlasiyon û dagirkeriya li ser vê axê ve girêdide. Lê di vir de, balê dikişîne ser “ruh”ê berhemê. Yanî tişta esas ruhê berhemê ye. Ji lewra ev ruh, yanî rengê xwîna ku di demarên berhemê de digere û rola wê, nasnameya wê kifş dike. 

(dewam dike)

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.