Hostayê xebera bedewetiyê

Rêdûr DÎJLE nivîsand —

Duşem 10 Gulan 2021 - 03:01

6’ê Gulanê, 1997. Li goristana gundê Pampê. Pampa, li himberî Elegezê li nav belekiya berfê kon vedayî. Pampa ku gûzika lîrîzma helbestvan lê vebûye û wê bi ristên “Pampa min a sar-gulîstan şîraz / Min jê baq kirin gulêd xweyê xas” hildibestîne. Ji heft saliyan heta heftê saliyan, xemek e xwe li rûçikê wan û orta dilê wan girtiye. Wekî ku nû helbestvanê xweyî temiya “Lawo, kerba binê lingê te radimûsim… / Divê rokê Kurdistana mezin vebe / Bavkê teyî hisret dilda tune be / Bira hingê lingê te bi hisreta min / Bigere nava ax-torpraxa cimeta min” li bîra wan hatibe kifşê, guh didêrin. Didêrin, guh pel dibin. Di dest Keremê Seyad de, amûrên tomarkirina dengî, li ber devê hevalê qelemê û zarotiyê yê helbestvan Emerîkê Serdar. Hevalê qelemê wekî soz dabe, dê xwe ragire û negirî. Tîk sekiniye. Di dest de tizbî û gilî dike derheqê Fêrîk de:“Fêrîkê Ûsiv, dewraneke teze nava lîteratora me da vekir. Dewrana lîteratora rast, dewrana lîteratora miletiyê. Û her binelîkî Pampê, gereke xwe kubar hesab ke, wekî gundiyê Fêrîk bûye, wekî Fêrîk dîtiye, Fêrîk ra xeber daye… 

Ez nizanim, miletê me wê pêncî salê din şûn da, sed salê din şûn da, an pêncsed salê din şûn da yekî mînamî Fêrîk bide yanê nede? Fêrîk mezinekî usan e, wekî me ra kubarî ye. Bi serê Fêrîk, lîteratora me gihîşte derecake usa, wekî cimaetê mayîn lîteratora me nas kirin. Lê bext ra, Fêrîk saxiya xwe da qîmetkirina mezinayiya xwe nedît. Geleka, ez îro bi dilê keder dibêjim, geleka dilê Fêrîk êşandin. Fêrîk gelekî çerçirî. Lê ema mezinaya Fêrîk nava wê çerçirandinaya wî da bû. Mezinaya Fêrîk, nava wê durr û cewarên wî da bûn, wekî wê bi qurn û dewrana bên gilîkirinê. Wekî ew bûne xemla lîteratora me. Wekî em bi wê yekê mînanî mêtrîka miletiyê destê me da, em karin rûkê rûspîtiyê derên erefê orta miletiyê. Fêrîk durr û cewarên usa pey xwe hiştine, wekî wê her silsiletekê ra xeber din û her silsiletekê bi şêkirdarî navê Fêrîk bîr bîne. Navê Fêrîk wê her silsiletekê ra, çawa cuhal bê gotinê. Çimkî efirandinê wî nemirî ne. 

Tu tişt nenivîsiya Fêrîk, tenê “Ûsivê Neviya” bes bû, wekî ew bimana nemirî. Ez derheqa “Xewna Mîrmih” da nabêjim, ez derheqa “Hesret Defter” da nabêjim, ez derheqa poem û şiîrên wî yên mayîn da nabêjim, ez derheqa pîyesên wî da nabêjim, “Bêqelen”, ez derheqa “Dimdimê” da nabêjim… Wekî a qas we çêkiribû? Wekî ew kêmasiyê folklorê hebûn? Tu tiştekî nayê kifşê. Wekî eva ezmûneya xwe bigore. Tenê ji sifte heya kutasiyê… Kalê gundê me, pîrê gundê me, mezinê gundê me ev gotine. A meznaya Fêrîk vê yekê da bû. A kemala Fêrîk, talanta wî, merî kare bêje kancara wî vê yekê da bû…

Rind tê bîra min, xeberek wî, digo, ‘Hergê nivîsar talant e, neşirkirin gênya ye.’ Lê Fêrîk wan qewlê çetin da, nava gelek xêrnexwaza, bêketiya da dîsa karibû wekî çendik çend kitêba neşir ke…”

Lê hevalê qelemê û zarotiyê hew xwe digire, niqrisk xwe lê digirin:“Ez kor bim bona te birê min. Bira hûne sax bin, bira-pizmam sax bin. Bira milet sax be. Wekî bi serê Fêrîk, ewledekî ha da, bi serê Fêrîk lîteratorek ha hate sazkirinê. Fêrîk hê ê bê qîmetkirinê. Bedbextiya me, dîsa dibêjim, wê yekê dane, wekî me saxtiyê da nikaribû. Çikû lazim e bihata qîmetkirinê. Giliyê qîmetkirinê her derheqa Fêrîk da bihata gotinê. Lê wehde ye, em giliyê xwe bêjin. Ez bawerim wekî ewê navê Fêrîk rex navê klasîkê me da bê danînê…”

Bineliyên Pampê eniya Fêrîk maçî dikin, darbesta wî sê caran bilind dikin…

Piştî van gotinan, heger bivê û meriv rabe Fêrîk yad bike, ez dibêm a baş helbest e. Lewma ji min jî çend riste ji bo giyanê Fêrîk û salvegera wî ya kirasguhertinê:

ji her werzê, kirasê her çaxê
li serê her kuçeyê, beza her qadê
li van soqaqan hermêşe Fêrîk, hermêşe
degmîş nake, bila bimbarek bin li wan
entîqxane û pirtûkxaneyên rûxandî, lew
redaksiya vê dinyalîkê ji nesrê  dîrektorîya faşîzmê
bêyî tîpên futurîst, bihestin li şi’irê
bi barînên  şilfîtazî, tenêtiyên muzmîn
bi beytên uryan em dibezin helbestê…

* Fêrikê Ûsiv 3´yê Gulana 1997´an di 63 saliya xwe de li Yêrêwanê wefat kiribû.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.