- Kurdistaniyên li Ewrûpayê, îsal festîvala navneteweyî ya çanda Kurd 17´ê Îlonê li Holandayê, li bajarê Landgraafê li dar dixin.
Kurdistaniyên li Ewrûpayê, îsal festîvala navneteweyî ya çanda Kurd 17´ê Îlonê li Holandayê, li bajarê Landgraafê li dar dixin.
Festîvala Çanda Kurd a îsal wê bibe ya 30´î. Organîzasyona festîvalê Konseya Civaka Demokratîk a Kurd a Holandayê (DEM-NED) dike. 17´ê Îlonê saet 10´an festival dest pê dike. Hevserokê DEM-NED´ê Niyazî Gul ji bo festîvalê got, “Kurd û dostên wan ên li Ewrûpayê divê di vê şahiya çandê de cihê xwe bigirin, refleksa xwe ya siyasî û neteweyî nîşan bidin û dengê xwe bigihînin Herêmên Parastina Medyayê.” Ji bilî bernameya dewlemend a çandî û hunerî peyamên festîvalê jî girîng in û peyama sereke jî Kurdistanê biparêze ye.
NAVENDA NÛÇEYAN