Hizr û ramana hunerê metafizîk

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 27 Hezîran 2022 - 22:00

  • Chircio li Yewnanîstanê hatibû dinê lê li Floransa û Torino xwendibû. Wî paşê li Atînayê di fakulteya polîteknîk de xwendibû û hînî xêzkirinê bûbû. 

ARDÎN DÎREN

Beriya surrealîzm di salên 1920’an de derkeve holê û di vî warî de berhemên hunerî derkevin holê, tevgereke avantgard (pêşeng) a bi navê “Hunerê Metafizîk” hebû ku pêşengiya vê tevgerê jî hunermend Giorgio de Chircio dikir. Nexasim di warê wênesaziyê de ev tevgera der siruştî, bi xewnên mirovî dadiket û weke şêwazeke ku binhişê mirovan nîşan dide, dihat zanîn. Yanî berhemên Giorgio de Chirico tevî teswîrên xewnan hemî tiştên der siruştî nîşan dikirin. Ev hunera metafizîk ango der sirûştî bi awayekî erênî tesîra xwe li hunerê surrealîst jî kir. 

Chircio li Yewnanîstanê hatibû dinê lê li Floransa û Torino xwendibû. Wî paşê li Atînayê di fakulteya polîteknîk de xwendibû û hînî xêzkirinê bûbû. Her wiha li Akademiya Munichê ya Hunerên Bedew jî perwerde bû. Piştî vê perwerdeya xwe ew da pey menzereyên bajêr yên bêdeng, nexasim jî mîmariya Îtalyayê. Di sala 1888’an de hatibû dinê û heta  sala 1978’an wefat kir jî her berhemên nû afirandin. Her çend wî bi şêwazên din jî resm xêz kirin, di warê hunerê metafizîk de bêhtir xebitî. Ev berhemên wî hişê mirovî ber bi ramanên nû ve dikişkişînin û mirov li ser wêneyên wî diramin. Chircio, xasma di warê hunerê metafizîk de hat naskirin û bû yek ji hunermendên sedsala 20’an ên giring.

Apollineaire dibêje, ‘hunerê metafizîk’

Wî ji avahî û mîmariya bajarên nûjen îlhama xwe girt û di salên 1910’an de derbarê mîmariya bajaran de wêne xêz kirin. Şêwaza wî rasteqîn bû, lê gelek caran mekan û wext nedihatin zanîn di berhemên wî de. Wî bi fîgurên razdar û hin objeyên ji rêzê di tabloyên xwe de hin mane ava dikirin û dikir ku xelk li ser wêneyên wî biramin. Dema helbestvan û rexnegirê hunerî yê Fransî Guillaume Apollineaire sala 1913’an çav bi hunerê Chircio dikeve û vê stîla nû dibîne, wê weke “hunerê metafizîk” bi nav dike û dixwaze kesên surrealîst bala xwe bidin hunerê Chircio. 

‘Çavên min bi hizr û ramanê dikevin’

Hunerê metafizîk di salên 1910’an de weke hunerekî serbixwe ku ne girêdayî mekan û rêgezan bû, derket holê. Ev huner bi şêwaza xwe ya ku “cihên vala” temsîl dike û ji xwe re dike mijar, derdikeve pêş. Bingehê çelengî û estetîka vî hunerî ji hêla Chircio ve tê danîn, lê birayê wî Alberto Savinio (nivîskar û rexnegir e) û hunermendê futurîst Carlo Carra ji bo dibistan û akademiya metafizîk a hunerî hin rêgezan datînin û bi aweyekî fermî hunerê metafizîk radigihînin. Tesîra Chircio li ser Max Ernst, Rene Magritte û Salvador Dalî jî gelek heye. Rene Margritte ku di warê hunerê têgehî û metafizîk de berheman diafirîne, dema çav bi tabloya Chircio yê bi navê “The Song of Love-1914“ (Strana Evînê) dikeve, xwe nagire û dibêje, “Di jiyana min de kêliya herî bi tevger; cara pêşî ye ku çavên min bi hizr û ramanê dikevin.”

Xwe li hêmanên mîmariyê digire

Hunerê metafizîk ji mîmariyê gelekî sûdê werdigire û ji bo karibe kompozîsyonekê ava bike, sereqet xwe li hêmanên mîmariyê digire. Gelek caran dîmenên tên xêzkirin, ji hev qutbûyî, sar û bêdeng tên xuyanê. Chircio ji bo çavên bîneran bibe ber bi menzereyekê ve bêhtir stûnan bi kar tîne. Lê ji hêlekê ve ji ronahî û siyê jî sûdê werdigire û bi sî û ronahiyê gelek tiştan vedibêje. Jixwe, yek ji taybetmendiyên hunerê metafizîk jî ew e ku bi kontrasta sî û ronahiyê dadikeve bi dijberiya di navbera wan de atmosferên rakêşandî ava dike. Her wiha fîgûrên Chircio jî balkêş in, gelek caran rûyê fîgûrên wî tenê ne. Mirov dikare bibêje, bedenên di tabloyên wî de bedenên anonîm in. Mirov nizane ev fîgûr di kîjan wext û zemanî de hene. Chircio bi awayekî serketî vê hestê diafirîne.

Chircio piştî Şerê Cîhanê yê Yekem ji hunerê metafizîk dûr ket û li pey şêwaza Peter Paul Rubens çû. Wî xwest bi vê şêwazê jî gelek berheman biafirîne, lê ew herî zêde bi xebatên xwe yên metafizîk hat naskirin. Dema nivîskarê surrealîst Andre Breton wêneyên Chircio li galeriyan dibîne, ew jî xwe nagire û gelek pesnê hunerê wî dide. 

Hunerê metafizîk li gelek hunerên hevçerx û bizavên hunerî tesîr kir. Ji lewre jî peywira Chircio di vî warî de gelek zêde ye û gelek hunermendên ku bi şêwaza surreal diafirînin, wî weke pêşengekî dibînin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.