Hiqûqnas Matsînger: Tecrîd hê li Naîrobiyê dest pê kir

Duşem 16 Îlon 2024 - 16:15

  • Hiqûqnasê Swîsreyî Urs Matsinger ê 78 salî diyar kir hêzên kapîtalîst weke navenda kontrolkirinê mekanizmaya tecrîdê ji bo Rêber Ocalan danîne û destnîşan kir hê li Naîrobiyê dema ku Ocalan bi komployeke navnetewî radestî Tirkiyê hatiye kirin ev mekanîzmaya tecrîdê hatiye avakirin. Matsînter her wiha got Ocalan ji bo Kurdan şansek e, divê zêdetir li Rêbertiya xwe xwedî derkevin û çalakiyên heyî têrê nakin ku tecrîdê bişkînin.

MAHSUM KOYUN

Hiqûqnasê Swîsreyî Urs Matsinger ê 78 salî ku bi çarçoweya Pêngava Azadiyê ya Navnetewî parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan xwendî û fikrên wî pejirandî derheqê tecrîda li ser Rêber Ocalan destnîşan kir hêzên kapîtalîst navenda xwe ya kontrolê bi şêweyê ‘panoptîkon’ê didomînin, ku ji alî Jeremy Bentham ve hatiye amadekirin û bicihanîn û got,’’Ev rêbaza kontrolê bi esasî tecrîdeke girankirî ye.’’

Tecrîd li ser civakê tê ferzkirin
Matsînger ê ku ji ANF’ê re axivî, diyar kir tecrîd ne tenê li Îmraliyê li ser Ocalan heye, lê her wiha li ser civakê jî tê ferzkirin û destnîşan kir rola Tirkiyê di tecrîdê de tenê qerdiyanî ye, berpirsyarên esasî hêzên hegemonik ên herêmî û navendî ne. Matsînger diyar kir Ocalan rêbertiyê ji sosyalîzma reel re dike û ji bo vê jî tecrîd pêşketina zanista sosyalîst ango pêşketina zanista civakê asteng dike. 

Bi tecrîdê pêşketina civakî asteng dikin
Matsînger got,’’Bêguman Birêz Ocalan ramangerekî girîng e, rêbertiyê ji sosyalîzma zanistî re dike. Tecrîd pêşketina zanista sosyalîst yanî pêşketina zanista civakê asteng dike. Lêkolînkirina guhertina civakî ya ji neçarî pêwendiya xwe bi zanista civakî re heye. Ji nû ve avakirina civakîbûnê bi pêşketina zanista civakê dibe Tecrîd li pêşiya vê dibe asteng. Rast e, dikare weke derbeyekê bê nirxandin ku li zanista civakê hatiye xistin.’’

Ocalan ji bo Kurdan şansek e
Matsînge diyar kir hê dema ku Ocalan li Naîrobiyê bi komployeke navnetewî radestî Tirkiyê hatiye kirin tecrîd weke mekanîzmayeke kontrole hatiye avakirin, çalakiyên dijî tecrîdên yên bi rengê şermezarkirinê kêm dît û got divê Kurd bêhtir xwedî li rêbertiya xwe derkevin, ji bo ku Ocalan ji bo Kurdan şansek e.

Piştevaniya li Swîsreyê baş e
Têkildarî pêşnûmeya 11 endamên parlamenta federal a Swîsreyê ya li ser tecrîda li Îmraliyê Urs Matsinger got, "Hêvî û bendewariya rakirina tecrîdê ya bi pêşnûmeyan bêçaretî ye, lê belê ev piştevanî û nêta baş a Partiya Sosyalîst bêguman helwesteke demokratîk e. Bêguman li hemberî tecrîdê ku binpêkirina mafên mirovan e divê helwesteke welê bê nîşandan ku saziyên navneteweyî bikevin nava liv û tevgerê. Helwesta partiya keskan û partiya sosyalîst di cih de ye. Li têkiliyê Swîsre û Tirkiyeyê dipirsin. Birêz Ocalan gotibû 'Tirkiye gardiyaniyê ji vê tecrîdê re dike'. Ev rast e. Biryara tecrîdê ne ji aliyê Tirkiyeyê ve hate dayin; divê DYE berpirsyar bê dîtin. Hêza Tirkiyeyê têra ferzkirina vê tecrîdê nake. Lewma ne bawer im ku burokratên bi nêta baş ên li Swîsreyê karibin encamê werbigirin. Tenê weke antremaneke burokratîk dibînim. Eger hewldanên bi vî rengî, rexne û zext mîna maratonekê daîmî bê kirin, encameke xwe nebe jî wê li nava raya giştî belav bibe.

Fikrên Ocalan bandor li min kir
Ji bo pirsa 'Weke dostekî Kurd bi navê piştevaniyê dixwazin çi bibêjin?' Urs Matsinger got, "Belê, nikare tam bê gotin ku dostekî tam ê Kurda me. Nekarî bibim hevparê têkoşîna wan. Têkoşîna wan a azadiyê bandor li hestên min kir. Fikrên Birêz Ocalan bandor li min kir. Bi taybetî fikrên Murray Bookchin ê ekolojîk û anarşîst weke rêbazeke çareserkirina pirsgirêkên civakê xist meriyetê ku vê yekê gelekî bandor li min kir. ANF

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.