Merasîma danasîna pirtûka nû ya nivîskar û helbestvan Henaa Dawud bi beşdarbûna bi dehan rewşenbîr, nivîskar û siyasetvan û metranê Eberşiye El-Cezîrê Mar Morîs li Cafe Montaya ya taxa Til Hecer a bajarê Hesekê hate lidarxistin.
Nivîskar û helbestvan Hanaa Dawud diyar kir ku pirtûka wê ya nû balê dikişîne ser gelek mijaran, binketin û serketinê û dibêje, “Ji ber mirov heta ku serketinê qezenc bike gelek caran bi bin dikeve, her wiha hin binketin jî dibin hîmên serketinan."
Henaa Dawud dibêje, ev pirtûka wê ya çaremîn e û wiha dewam dike: "Ev pirtûka çaran e ku bi awayekî fermî tê îmzekirin, ya yekemîn bi navê 'Stêrk jî rêwitiyê dikin' ku ji helbestan pêk tê, ya duyemîn jî bi nave 'ketina di soriyê de' û "Malva Umer Hemdî" û niha jî pirtûka 'Çil binketin û ez' ku ew jî ji helbestan pêk tê. Dema ez jin bim, binketin yek e, lê dema ez jin û helbestvan bim, binketin pir in."
Di dawiya merasîmê de Henaa Dawud pirtûka xwe îmze kir û ji aliyê Mihrîcana Jinan ve Hevseroka Komîteya Çand û Huner a kantona Hesekê Efaf Heskê tabloyeke hunerî diyarî wê kir.
ANHA/HESEKÊ