Hikmên çîrokine li ber siya helbestê

Rêdûr DÎJLE nivîsand —

Duşem 29 Adar 2021 - 00:48

Nivîskar Welat Dilken ku xwendevanên Kurdî wî bi roman û helbestên wî nas dikin, bi berhema xwe ya dawî "Orijînîa"yê konê xwe li warê celebeke zehmet û dijwar kurteçîrokê daniye. Orijînîa, dide dû mîladeke nû û di vê mîladê de jînewareke ku mudaxileyî xweristiya wê nehatiye kirin û nehatiye şolîkirin. 

Orijînîa, di sala 2019an de bi edîtoriya Abdullah Keskin ji nav Weşanên Avestayê der çûye. Ji sî çîrokên kinik, lê ji qebareya xwe biteqiltir û tîrtir pêk tê. 44 rûpel e. Cureya wê di rûpela piştî kunyeyê de wekî “çîrok” û di rûpela piştî naverokê de jî wekî “çîrokên mînîmal” hatiye diyarkirin. Berga pirtûkê bi destê Xifşê Yekbûn Stêr hatiye çêkirin. Berg ji malikên çarçik pêk tê. Ser malikan şîn, qeraxên wan jî reş û şîn in. Dişibin cercikên pêlikê. Lê gava mirov dest bi xwendina wê dike û tê de leqayî rêwîtiyek dûndirêj tê, wê çaxê li meriv hasil dibe ku ev, an nîşana rêça rêwî ye yan jî kevirên pîramîdê ne. Axirê her du jî tê de hene.  

Orijînîa, bi zimanê xwe Kurdî, lê bi têmaya xwe çîrokeke makroyî ye. Ji lew re xwe di êş û azar, alozî û qeyranên mîkroyî de asê nekiriye. Civaka xwe wekî pêkhateyeke mirovahiyê dihesibîne û li ser alozî û qeyranên ku xwe li mirovahiyê lefandine hûr dibe. 

Orijînîa, çîroka bêdemiyê ye. Dixwaze xwe ji dem û têkiliyên ji roja ku mirov daxilî jiyanê bûye heya niha xalî bike û bigihê fezaya dûz û pahn. Bi awayekî dîtir, bigihê xala sifirê, orijînê. 

Kêliya ku li xwe û demê diwarqile, hema di cî de "Pêdivî bi mîladek din heye; ne berî Îsa û piştî Îsa, ne jî Hîcrî" ji xwe re dike semyan. Wer xuya ye, wê kêliyê ewilî taqeta ku bide ser rê di xwe de nabîne. Piştî ku rê wê bizirav dike û vedixwîne meşa bêdemiyê, wêrekiyek xwe lê digire. Serberjêrkî di rêyine bi toz û tebar, di rêyine bi xirecir de dibe rêwîyek. Guh li dar û beran, li ajal û dirrindeyan, li kevir û zinaran, li teyr û tilûran, li çem û robaran dike. Lê ji ya xwe danayê xwar. Dibe rêwiyeke ku sonda xwegihandina orijînê li canê xwe xistiye. Di vê rêwîtiya dûdirêj de, xwe ji deduksiyon û îndiksiyona mentiqê klasîk dadiwerivîne û têgiha demê dide ber çerxa lêpirsînê. Ji lew re, li gor wê, hevîrê jiyan û dema heyî tirş bûye. Êdî ti havênên heyî bikêr nayên. Lewma li mîladeke nû digere. Di vê lêgerîn û rêwîtiya miladeke nû de, heb bi heb kevirên pîramîdê digindirîne û xwe digihînine, orijînê.
Orijînîa, qayde û pîvanên kurteçîrokê jî paşguh nake. 

Serê metnê bi diyalogeke kurt vedike. Bi vî hawayî hebikekî rastî û heqîqeta çîrokê eyan dike. Bi vê bêserîbûn û pê re jî bêbiniya xwe gelek tiştan dike barê xwendevên. Bi gotina Ferit Edgu, tiştên mayî ji muxayîleya xwendevên re dihêle, lewma çîrokeke navtêder e. 

Orijînîa, paxav bi tibîheta kurteçîrokê ya derheqê karakter de jî dike. 

Karakter, nakemilîne û bi hawayekî hûrguliyane berçav nake. Ji lew re armanca wê, hin tiştan bi bîra xwendevên bixe û bi wê kêliya ku îşaret pê dike bihesîne. 

Me gotibû ji çîrokên kinik, lê ji qebareya xwe biteqiltir û tîrtir pêk tê. Ji lew re Orijînîa, xwe dispêre hevrêtiya helbestê. Di vî warî de tiştên ku Edgar Allan Poe destnîşan kirine hema bibê gişan dihewîne: “Divê tenê tesîrekê li xwendevên peyda bike. Ji bo ku ev tesîr qewî be, divê çîrok bi qasî ku di derbekê de bê xwendin, kurt be. Divê zimanê çîrokê zimanekî helbestkî û tîr be ku gava tu peyvekê jî jê derxînî, gere ew çîrok ji taqet bikeve.” 

Ji loma bi vegotina xwe ya nîgaşî, sembolî û lîrîk, geh çîrokek e li ber siya helbestê, geh jî helbestek e li ber siya çîrokê.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.