Hêzên Minbicê 2 dronên Tirk şikandin

În 25 Cotmeh 2024 - 16:45

  • Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê du balafirên bê mirov ên bi çek ên artêşa Tirk a dagirker şikandin.

Êrîşên dagirkeriya qirker a Tirk a li ser Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê didome. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku hêzên wan 2 dronên biçek ên Tirk şikandine.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê de barê şikandina du dronenên bê mirov ên bi çek ên dewleta Tirk a dagirker de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: " îro (Înê), 2 dronên bêmirov ên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker xwestin êrişî bibin ser gundê El Mohsenlî yê bakurê rojavayê kantona Minbicê. Lê Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê her du balafir xistin xwarê."

Operasyon birin sre 5 baregehên Tirk

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê her wiha der barê çalakiyên bersivdana êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin saet 5:30'an de Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Cebhet El Ekradê bi çarçoveya çalakiya bersivdayînê de operasyon birin ser 5 baregehên artêşa Tirk a dagirger û çeteyên girêdayî wê.

Hêzan li dijî van baregehan çalakiyên bersivdayînê pêk anîn: Kerbeçlî, Şawa, Şêx Nasir, Beldeq û Şêx Eqîl. Di encama çalakiyên bersivdayînê û bombebaranê de yên li dijî van baregehên dewleta Tirk a dagirker mirî û birîndar çêbûn. ANHA

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.