Heyeta HDP’ê bi CPT’ê re rûnişt. Rayedarên CPT’ê dan zanîn ku wan li Îmraliyê Rêber Abdullah Ocalan û sê girtiyên din dîtine, lê ti agahiyên din nexwestin bidin.
Di heyeta HDP’ê de hevberdevkên Komîsyona Karên Derve ya HDP’ê Hişyar Özsoy û Feleknas Uca, nûnerê HDP’ê li Konseya Ewrûpayê Faîk Yagızay, hevşaredara Wanê ya şûna wê dagirkirî Bedia Ozgokçe Ertan hebûn. Ji CPT’ê sekretera giştî Regis Brillat û ji maseya Tirkiyeyê ya CPT’ê Elvin Aliyev ew pêşwazî kirin.
Feleknas Uca ji rojnameya me re got, rayedarên CPT’ê bi Rêber Abdullah Ocalan, bi girtiyên din ên li Îmraliyê re yanî Omer Hayri Konar, Veysi Aktaş û Hamilî Yildirim re yek bi yek peyivîne, ew dîtine. Lê wan gotiye ji bilî vê agahiyê ew nikarin ti gahiya din parve bikin.
STRASBOURG