• Hevkariya PDK û MÎT’ê bajarê Silêmaniyê veguherandiye hêlîna reşkujiyên MÎT û PDK'ê. Di êrişa doh sibehê de li devê deriyê Komleya Karkerên Mezopotamyayê Huseyîn Arasan bi giranî hat birîndarkirin. 

Rêxistina Istîxbaratê ya dewleta Tirk (MÎT) bi hevkariya noker û sîxuran qada Başûr bi taybetî jî Silêmanî kiriye cihê reşkujî û sûîqestan. Li ber deriyê avahiya Komeleya Karkerên Mezopotamyayê ya li Silêmaniyê, endamekî komeleyê yê ji Mêrdînê, Huseyîn Arasan, bi êrişeke sûîqestê bi giranî hat birîndarkirin. Huseyîn Arasan birin Nexweşxaneya Şar a Silêmaniyeyê û li wir ew hat emeliyatkirin. Li gorî agahiyan, di bin çavdêriya doktoran de ye. Hejmara van reşkujiyan û reva qatilan a ber bi Hewlêrê ve, bi penaberên ji Bakurê Kurdistanê dide gotin, divê êdî xelkê Başûrê Kurdistanê hevkariya MÎT û rayedarên Hewlêrê qebûl neke. 

Ev ne êrişa yekem e ku li dijî sendîkavan, welatparêz û siyasetvanên ji Bakur û Başûrê Kurdistanê ye, ku bi destê MÎT'a Tirk û PDK'ê li Silmaniyê û derdora wê tê kirin. Di êrişên ji Îlona 2021'ê ve 5 welatparêz û siyasetvanên Kurd şehîd bûn ş gelek jî birîndar bûn. Va ye bîlançoya rûreşiya hevkariya MÎT û PDK'ê:

 

Bîlançoya reşkujiyan

16’ê Îlona 2021’ê li Silêmaniyê welatiyê bi navê Ferhad Bariş Kondû ku ji Bakurê Kurdistanê ye, hedef hatibû girtin û ji êrişê, birîndar filitîbû.

17’yê Îlona 2021’ê Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê, Şukrî Serhed (Yasîn Bûlût) li bajarê Silêmaniyê bû hedefa êrişa endamên MÎT’a dewleta Tirk a dagirker û şehîd bûbû.

17’ê Gulana 2022’an welatparêzê ji Bakurê Kurdistanê û xwediyê xwaringeha Denîz, Mihemed Zekî Çelebî li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê hate gulebarankirin, 18’ê Gulanê li nexweşxaneya Şar a Silêmaniyê şehîd bû. 

28'ê Tebaxa 2022'an ji welatparêzên Başûrê Kurdistanê û endamê Konseya Rêveber a Tevgera Azadî Sûheyl Xûrşîd Ezîz (Mamoste Şemal) hate qetilkirin.

4’ê Cotmeha 2022’an li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê Edîtora kovara Jineolojiyê û endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê aktîvîsta jinê û akademîsyen Nagîhan Akarsel şehîd bû.

Li bajarê Duhokê yê Başûrê Kurdistanê 17’ê Nîsana 2023’an di encama êrîşeke çekdarî de Huseyîn Turelî hate qetilkirin. Li hemberî Turelî berê jî êrişeke çekdarî hatibû kirin û hingê ew birîndar bûbû.

 

112 kes hatin qetlkirin

Hêjayî bibîrxistinê ye ku desthilatdariya AKP’ê ji 24’ê Tîrmeha 2015’an ve konsepta şer xistiye dewrê. Ji hingê ve Tirkiyeyê bi sedan carî li dijî deverên ser bi Herêma Kurdistanê, êrişên hewayî pêk anîn û ev êriş di rojên dawî de zêdetir bûn. Di êrişên balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê de li Başûrê Kurdistanê, li Şengal û Mexmûrê, heta îro herî kêm 112 welatiyên sivîl hatin qetilkirin û bi sedan welatî jî birîndar bûn. Di nava şehîd û birîndaran gelek zarok û jin jî hene. Di êrişa herî dawî ya Tirkiyeyê ya li dijî Bamernê de, 3 kes şehîd bûbpûn û 2 ji wan zarok bûn. Li gorî rapora Burioya Iraqê ya Tîmên Aştîçêkirinê yên Civakî (CPT), ji sala 2015’an heta sala 2021’ê 109 sivîlan canê xwe ji dest daye. Ji sala 2022'yan heta 2023’an jî li ser xaka Başûrê Kurdistanê gelek êrişên dewleta Tirk ên bi dron û hawanan gelek kes bûne qurbanî. Yek ji van qetlîamên sala 2022’yan deng veda: dewleta Tirk a dagirker 20’ê Tîrmeha 2022’yan li Seyrangeha Perexê ya Zaxoyê bombe li welatiyên Ereb ên li geştê barandin; dewleta Tirk jin, zarok û mêr, bi giştî 9 kes qetil kirin û 23 kes jî birîndarkirin. 2’yê Kanûna 2022’yan dewleta Tirk a dagirker bombe li gundê Gelale yê li Şarbajarê bombe li sivîlan barandin û Ezîz Mihemd Resûl şehîd kir, û Mihemed Qadir Axa, Kiwêxa Mihemed Elî, Zana Mihemed Elî, Seîd Mihemed Resûl, Salih Qadir birîndar kirin.

 

Kujer li Hewlêrê tên parastin

Yek ji xalên balkêş ên van êrişan ew e ku kujerên van êrişan hemû direvin Hewlêrê û ji aliyê Saziya Istîxbaratê ya PDK’ê Parastinê ve tên parastin û hewandin. Di bûyera qetilkirina Yasîn Bûlût û Zekî Çelebî de tevî hemû delîl û istîxbaratê jî kujer nehatin girtin û derket holê ku xwe spartine Hewlêrê.

NAVENDA NÛÇEYAN