Hevala Rojîn Kabaîş çima naaxive ?
Şemî 4 Çile 2025 - 02:05
Nîzamettîn Kabaiş anî ziman ku xwestine dosyeya keça wî wekî "xwekuştinê" bê girtin û wiha got: "Di nava tiştên Rojînê de tenê şarja kevin hebû. Van mirovana eşyayên Rojînê tevlihev kirine. Ez meraq dikim gelo keçik vegeriya û şarj jê re bir? An jî ew keçik tiştekî dizane û vedişêre? Ji ber ku wargeh destûr nade, naaxive?"
Cenazeyê xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş a ku li Wargeha Keçikan a Seyyîd Fehîm Arvasî ya Wanê dima û di 27'ê Îlonê de bi guman winda bûye, piştî 18 rojan li peravê Taxa Molla Kasimê hat dîtin. Di dema ku biryara nepenîtiyê di dosyeya lêpirsînê de dewam dikir, medyaya serdest bi nûçeyên ku pêşkêş kirin, hewl da ku têgihîştina "xwekuştin" biafirîne. Tevî ku 3 meh derbas bûne jî, hîn jî gumanên têkildarî mirina Rojîn Kabaîşê nehatine çareserkirin.
Bav Nîzamettîn Kabaîş ku ji roja ewil ve hem li Wanê û hem jî li Amedê derî bi derî digere û li aqûbeta keça xwe dipirse, banga edaletê li rayedaran kir.
Li benda hevala xwe disekine
Nîzamettîn Kabaîş anî ziman ku bi hinceta “xwekuştinê" tê xwestin dosye bê girtin û wiha got: “Li nêzî zanîngehê seyrangeh û cihên rûniştinê hene, xwendekar gelek caran diçin wir rûdinên. Rojîn jî çû li wir rûnişt. Dema ku ew ji wargehê derket, herî dawî du caran bi hevala xwe re axiviye. Di gerîna xwe ya ewil de ji hevala xwe re dibêje, 'Em herin behrê keviran berhev bikin.' Û hevala wê jî dibêje, 'Temam.' Di telefona xwe ya duyemîn de dibêje, 'Dema ku hûn hatin şarja telefona min bînin, em dikarin di vegerê de jî bi tenîsê bilîzin, ez ê têlefona xwe li wir şarj bikim.' Piştî ku hevala wê dibêje 'ez daketim, lê divê dîsa biçim jor' Rojîn nêzî 13 deqeyan li bin mobeseyê li benda hevala xwe disekine, dibîne nayê diçe. Ev di îfadeya hevala wê de jî cih digirin."
Telefona me asteng kiriye
Nîzamettîn Kabaîş diyar kir ku dema keça xwe biriye wargehê du şarj dane wê û got: “Di nava tiştên Rojînê de tenê şarja kevin hebû. Van mirovana eşyayên Rojînê tevlihev kirine. Ez meraq dikim gelo keçik vegeriya û şarj jê re bir? An jî ew keçik tiştekî dizane û vedişêre? Ji ber ku wargeh destûr nade, naaxive? Piştî ku Rojîn winda bû, me gelek caran xwest bi hevala wê re biaxivin û hev bibînin. Her carê midûrê wargehê astengî li me dikir. Destpêkê gotin 'nexweş e' û piştre jî gotin 'çûye dibistanê'. Dema me xwest careke din hevdîtinê bikin, bersiva 'ew çûye betlaneyê' dan. Telefona me asteng kiriye."
Nîzamettîn Kabaîş bertek nîşanî hewldana afirandina feraseta "xwekuştinê" di çapemenî û televîzyonên serdest de tê dayîn da.
MA / AMED