Heta Rêbertî azad nebe aştî nabe
Çarşem 22 Çile 2025 - 03:15
Rêber Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê di şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Şandeya DEM Partiyê di 28’ê Kanûnê de pê re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de Rêber Abdullah Ocalan peyameke ji 7 xalan pêk dihat bi raya giştî re parve kir.
Xelkê navçeya Sûrê ya Amedê derbarê deklerasyonê de nêrînên xwe anîn ziman. Haci Dondu diyar kir ku ji bo aştiyeke birûmet divê Rêber Abdullah Ocalan azad bibe û got:“Ne Erdogan ne jî Bahçelî dikarin aştiyê bikin. Tenê Rêbertî dikare aştiyê bike. Azadiya gelan, girêdayî azadiya Rêbertiyê ye. Tenê heke Rêbertî azad bibe gel dikarin azad bibin. Lê dewlet di gotinên xwe yên ji bo aştiyê de dirust nîne. Heke ew dirust bin em ji xwe amade ne. Lewma baweriya me bi wan nayê. Gel bi Rêber Abdullah Ocalan re ye û jê hez dike.”
Gotinên Rêbertî biqîmet in
Ferman Nergîz jî anî ziman ku tevî qala çareseriyê tê kirin jî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan berdewam e û got:“Pergala ceberut îro polîtîkayeke gelek qirêjî dimeşîne. Banga me ji bo hemû gelan e; heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di tecrîdê de be wê hemû gelên mazlum jî tecrîdkirî bin. Ev tecrîd, bi yekitiya gelan dikare were rakirin. Em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin.” Nesîr Ertugrul jî got:“Heta ku Rêber Apo azad nebe û di nava gelê xwe de be, tu kes nikare qala aştiyê bike. Nexwe tu gavên tên avêtin dê jidil û pêbawer nebin.”
Cengîz Yakut got:“Heta tecrîd neyê rakirin aştî nabe. Baweriya me bi îktîdarê nayê. Rêbertiya me di nava çar dîwaran de ye. Gotinên wî ji bo me watedar û biqîmet in. Lê divê ev şer bi dawî bibe.”
Divê Ocalan azad be
Esmanûr Baykuşak jî pratîka îktîdarê ya “pêvajoya çareseriyê” bi bîr xist û bal kişand ser têkoşîna malbatên zarokên wan di cînayetên kiryarnediyar de hatine qetilkirin û got:“Ma li welatekî ewqas êş lê hatine kişandin aştî wisa hêsan e? Bêguman civakeke ewqas êş kişandî şer naxwaze. Pergala kapîtalîst û dewlet şer dixwaze. Lewma gavên wan pêbawer nînin. Em li welatekê ku zarokên 6 salî siyasetê şîrove dikin dijîn. Ma çi rewş ji vê xerabtir heye? Ji ber ku em li welatekî AKP birêve dibe dijîn. Heta niha sûcên mezin kirine. Her roj em hewar û qêrînên dayik û bavan dibihîzin. Bi sala ye li vî welatî me nekarî bi azadî zimanê xwe biaxivin û fikrên xwe bi dilrehetî bibêjin. Rojnameger û kesên nêrînên wan cuda tên girtin. Ji bo aştiyê divê ji ewil Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din bên berdan. Dema wiha bû wê aramî bê welat.”
Şertê çekdanînê nayê qebûl kirin
Yûsûf Onger jî got ku ew aştî û yekitiyê dixwazin û got:’’Baweriya min bi jidilbûna dewletê nayê. Divê Ocalan jî bê berdan, bi hev re li ser maseyê rûnin û meseleyê çareser bikin. Divê hemû girtî bên berdan. Şertê dewletê yê ‘divê PKK bêşert û bêqeyd çekan berde’ nayê qebûlkirin. Em aştiyê dixwazin lê heta Abdullah Ocalan azad nebe aştî nabe. Em naxwazin cihêkarî were kirin. Em şert û mercên wekhev dixwazin.”
Welatiya bi navê Ayselê jî anî ziman ku ew nikarin fikr û ramanên xwe azad vebêjin û got:“Em dixwazin aştî çêbibe û xelk fikrên xwe azad bibêje. Lê baweriya me bi îktîdara heyî nayê. Ji bo em jê bawer bikin divê hemû girtiyan berde.”
MA/AMED