Koordînasyona KJK'ê li ser tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan, doza li dijî HDP'ê, Newroz û vekişîna Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê daxuyanî da.

Koordînasyona KJK'ê bi vî rengî ye: “Çavkaniya ku îrade û hişmendiya azadiyê ava kiriye, ev yek civakî kiriye û tevî êrişan jî îradeya xwe bi hêza xwe mezin kiriye û li ser piyan girtiye Rêber Apo ye. Ji ber vê yekê di dîroka me ya têkoşînê de hêzên pêşeng ên modernîteya kapîtalîst, êrişên xwe yên îdeolojîk-siyasî û leşkerî bi destê dewleta Tirk destpêkê li ser Rêber Apo giran kirine, komploya navneteweyî jî li ser vê bingehê pêk anîne û sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê ava kirine. Bi vî rengî pêşî li kiryar û êrişên li derveyî aqil ên dewleta Tirk hatiye vekirin û bi rastiya pragmatîst, înkarker, talanker û komkujer a koma çete ya Erdogan-Bahçelî êriş gihîştine asteke bêhtir metirsîdar.

Gef û metirsiya herî mezin li ser jiyana Rêber Apo ye… Ji ber vê yekê, heta ku agahî ji Rêber Apo bê wergirtin û sîstema êşkenceyê ya navdewletî ya Îmraliyê bê parçekirin, divê bi ruhê berxwedanê yê Newrozê têkoşîn bênavber bê meşandin, kes xwe li derveyî têkoşînê nebîne, berpirsyariya kêliya heyî ya dîrokî têbigihêje û bi vî rengî tevlîbûneke xurt lê bike.”

NAVENDA NÛÇEYAN