Heta hêvî hebe şano jî heye

Nûçeyên Çand/Huner

În 14 Nîsan 2023 - 04:35

XALID ETÊ/ANHA/ QAMIŞLO 

 

Koma şanoyê 'Afrînerên Hêviyê' li bin konên penaberiyê, dûrî Efrînê, li Kampa Serdemê ya Şehbayê, hat avakirin. Piştî ku Efrîn ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hat dagirkirin, endamên komê her tişt li paş xwe hiştine û koçî Şehbayê bûne. Li Şehbayê 6 Efrînî xwe bi rêxistin kirine û ji bin konekî bi dikeke biçûk ku bi çend metreyan derbas nake, dest bi şanoyê kirine.

Endamê komê derhêner û şanogerê Efrînî Mihyedîn Arslan wiha behsa destpêka koma Afrînerên Hêviyê dike:  “Sala 2018’an, yekemîn lîstika vê komê bi navê ‘Gunehê Hespî’ li ser wê dikê, rojê 4 caran heta 10 rojan hate pêşandan. Dema ku hêvî û îrade hebin wê demê peyama şanoyê dibe peyama jiyanê ya li dijî mirinê, mirina ku dagirkerî li me ferz dike. Ji ber evîna jiyanê ya li cem efrîniyan jî, wan em hembêz kirin. Li Efrînê şano huner bû, lê belê piştî ku me dît çawa dewleta Tirk a dagirker çanda me hedef digire û hewl dide wê tune bike. Li vir şano bû çekekî berxwedanê û navgîna derbirîna êşên gelê Efrînê. Di nav vê atmosferê de, Afirînerên Hêviyê derket holê, hem qîrîna efrîniyan hem jî ya şanoyê digihandin cîhanê."

Arslan diyar kir ku peyama komê ne tenê kenê li ser rûyê niştecihên kampê xêz bikin lê belê Afrînerên Hêviyê bi rêya lidarxistina Mîhrîcana 4`emîn a Mîtan li Şehbayê sala 2020`an xwestine çandan nêzî hev bikin û bi hev bidin nasandin. Arslan wiha pê de çû: "Şerê heyî encama neqebûlkirina çandên din e. Me xwest bi rêya şanoyê hemû çandan li ser dika Mîhrîcan Mîtan derxin pêş. Me sînorên herêmê derbas kirin, em di mîhrîcanên Arîn û Yekta Herekol de beşdar bûn. Her wiha em di Mîhrîcana Şanoyê ya Kerkûkê de beşdar bûn. Tevî ku koma me bi fermî ji bo beşdariya di mîhrîcanên Başûrê Kurdistanê de hatibûn vexwendin, lê dîsa jî gelek astengî li pêşiya me hatin derxistin. Çima em deriyan li pêşiya hev digirin, çima em evînê dikujin, dijmin kiryarên wiha dike, lê belê em çima wiha bi serê hev dikin."

 

Nikarin Kurdîtiya me û fikrê me ji me bistînin

Her wiha, şanoger Zeyneb Mihemed ku yek ji damezrînerên komê ye têkildarî mijarê wiha axivî: "Afirînerên Hêviyê, nav xwe bi xwe dide nasîn, em li ku bin, jiyan hêvî û berxwedan jî heye. Me lîstikên xwe bi Kurdî li hember zordestiya ku dixwaze zimanê me tune bike nîşan dida. Wan xak û bajarê me Efrîn ji me stand, lê belê nikarin Kurdîtiya me û fikrê me ji me bistînin. Me sehneyên şanoyê kirin qadên berxwedanê û me xwe bi evîn û hêviyê bi çek kir."

 

Cara ewil li Şehbayê şanogerî kir

Şanoger Mîrzan Bekir jî ku ji bo cara yekem di jiyana xwe de li Şehbayê derketiye ser sehneya şanoyê got: “Di her konekî li Şehbayê de êşên veşartî û berxwedanên mezin hene, ji ber wê jî min biryar da ku ez bibim qîrîna efrîniyên koçber. Peyama Efrînê û şanoyê bi hev re bûn peyama mirovahiyê. Erê sehneya me biçûk û sade bû, lê belê xwedî peyameke pir girîng bû, peyama evîna azadiyê ya gelekî ye.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.