Hêrsa Kurdan li sînoran nasekine

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 25 Nîsan 2022 - 22:33

  • Kurdên li Fransa û Kanadayê li dijî dagirkeriyê bi çalakiyan nerazîbûna xwe nîşan dan.

Kurdên li Fransa û Kanadayê li dijî dagirkeriyê bi çalakiyan nerazîbûna xwe nîşan dan.

Li bajarê başûrê Fransayê Marsîlyayê, li ser banga KCDK-E'yê Kurd pêr daketin meydanan. Kurd li ber Nûnertiya Yekîtiya Ewrûpayê ya li Marsîlyayê civiyan. Di çalakiyê de alên PKK'ê û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan. Doh jî bi heman rengî li ber Nûnertiya Ewrûpayê Kurdan çalakî li dar xist.

Li Marignane ya ser Marsîlyayê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ciwanên Kurd civiyan û berxwedana gerîla silav kirin. Di çalakiyê de hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeran re jî hate şermezarkirin.

Li Kanadayê jî Kurdan çalakî kir

Li bajarê Kanadayê Torontoyê, li ser banga Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a Torontoyê û Komuna Jinên Azad a Sara, Kurdistanî li meydana Bloor-Yonge civiyan û êrişên dagirkeriyê şermezar kirin.

Kurdistanî heta ber avahiya Şaredariya Torontoyê meşiyan, û êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk şermezar kirin.

Li pêşiya avahiya Şaredariya Torontoyê hate xwestin ku leşkerên artêşa Tirk tavilê ji Başûrê Kurdistanê vekişin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.