- Tecrîdkirina mutleq a 21 mehan a Rêber Abdullah Ocalan li seranserê Ewrûpayê hat rûreşkirin. Kurdan û dostên wan doza azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan kir û ji ber helwêsta xapînok a CPT´ê jî ew şermezar kirin.
Li dijî tecrîdê dawiya hefteyê li seranserê Ewrûpayê li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de tecrîdklirina Rêber Abdullah Ocalan hat rûreşkirin û doza azadkirina wî ya fizîkî hat kirin.
HAMBURG: Meclîsa Gelê Kurd a bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê, li dijî tecrîdkirina şidandî ya Rêber Abdullah Ocalan, êrişên kîmyewî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê, li Rote Flora ya li devera Sternschanzeyê daxuyanî hat dayîn. Meclîsa Jinan a Rojbîn, hêzên înternasyonalîst ên Elman, rêxistinên ciwanan û Kurdistanî tevlî daxuyaniyê bûn. Dîcle Çewlîk li ser navê Meclîsa Gel a Hambûrgê got, “CPT bi bêdengiya xwe dibe hevkarê dewleta Tirk. Ji ber ku dewleta Tirk di şer de israr dike, Rêbertiya me tecrîd dike. Divê her kes ji bo azadiya Rêbertiya me dakeve meydanan.”
DARMSTADT: Gelek kes li Luisenplatz a li navenda bajarê Darmstadtê hatin ba hev û tecrîdkirina Rêber Ocalan protesto kir. Di axaftinan de hat gotin ku tecrîdkirina li ser Rêber Abdullah Ocalan nayê qebûlkirin. Mîtîng bi gotina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.
FRANKFURT: Li bajarê Elmanyayê Frankfûrtê jî tecrîdkirina Ocalan hat protestokirin. Kurdistanî û dostên wan li Hauptbahnhof a Frankfurtê hatin ba hev û ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan. Xelkê di meşê de bê navber dirûşmeyên “Freiheit fur Ocalan, Frieden in Kurdistan (Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aştî)” gotin. Li meydana Alte Oper daxuyanî hat dayîn û doza azadiya Ocalan hat kir.
BERLÎN: Li paytexta Elmanyayê Berlînê, di roja Mafên Mirovan a Cîhanî 10’ê Kanûnê de, merasîma piştevaniya bi girtiyên polîtîk re hat lidarxistin. Meclîsa Kurdistaniyên Azad (Nav Berlîn) bal bire ser tecrîdkirina Rêber Ocalan. Merasîm li ber parlamena Berlînê hat lidarxistin. Di daxuyaniya li merasîmê de qala rewşa Rêber Abdullah Ocalan hat kirin: “Abdullah Ocalan niha di bin şert û mercên giran ê tecrîdê de ye. Ev zêdeyî 20 mehan e ti agahî ji Ocalan nayê girtin. CPT’ê jî di serdana Îmraliyê de, têkildarî rewşa Abdullah Ocalan ti tişt zelal nekir.”
DUSSELDORF: Bi pêşengiya YJK-E ya Dusseldorfê û Navenda Civaka Kurd a Duisburgê di navbera saet 14-16’an de, Kurdistanî û dostên wan li Immermannhoftê hatin ba hev û tecrîdkirina Ocalan protesto kirin. Çalakgeran peyama “Heta ku Rêbertî bi parêzerên xwe re hevdîtinê dike, em ê li qadan bin” da.
FREIBURG: Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li Freiburgê jî çalakî hat lidarxistin. Bi sedan kes tevlî çalakiyê bûn. Çalakgeran, destnîşan kir ku divê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan rabibe û ew û parêzer û malbata xwe bikarin, hevdîtinê bikin. Çalakgeran ji ber ku daxuyaniyê nade, nerazîbûna xwe ji CPT’ê îfade kir.
PARÎS: Li ser banga NCDK û TJK-F’ê ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêber Ocalan li banliyoya Parîsê Villiers Le Belê meşek hat lidarxistin. Bi sedan Kurdistanê li banliyoyê kom bûn û di meşê de bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” hatin gotin. Li banliyoya Parîsê, Evryê jî ji bo protestokirina tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan, çalakiyek hat lidarxistin. Meş ji ber komeleya Gringyê heta avahiya Şaredariyê hat kirin û bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin gotin. Di axaftinan de bang li CPT û saziyên elaqedar hat kirin da ku demildest berpirsyariyên xwe bi cih bînin.
MARSÎLYA: Çalakiyên li dijî tecrîd û êşkenceya li Êşkencexaneya Îmraliyê li Marignane ya ser bi Marsîlyayê (bajarê Başûrê Fransayê) dewam kirin. Ev meha çalakiyên bêdem a Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Marsîlyayê ye. Dawiya hefteyê ji bo Rêber Abdullah Ocalan li Marignane meş hat kirin. Xelkê bi 33 zimanan li ser pankarta xwe “Azadî ji Ocalan re” nivîsî. Di meşê de bi gelek zimanan danezan hatin xwendin. Di daxuyaniya li ser navê NCDK´ê de hat gotin: “Em bang li Konseya Ewrûpayê û beşên wê yên rayedar dikin da ku bi erka xwe rabibin. Em bang li hêzên demokratîk jî dikin têkoşîna ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan gur û geş bikin.”
LORIENT: Tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan li bajarê Fransayê Lorientê jî bi çalakiyekê hat protestokirin. Kurd û dostên wan, saet di 18.00’an de li Qada Place Aristide-Briand a bajarê Lorientê hatin ba hev. Di çalakiyê de bêyî navber dirûşmeyên “Bimire faşîzm”, “Bijî Rojava”, “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana gerîla”, “Bijî Serok Apo”, “Erdoganê kujer” û “Bimire xiyanet” hatin gotin. Di axaftinan de rexne li bêdengiya welatên Yekîtiya Ewrûpayê li dijî hovîtiya dewleta Tirk hatin kirin.
AMSTERDAM: Ji bo protestokirina tecrîdkirina Abdulah Ocalan, Kurd û dostên wan îro li bajarê Amsterdam ê Hollandayê meşeke girseyî li dar xistin. Belavokên têkildarî tecrîdê û bêdengiya welatên Ewrûpayê ya li hemberî sûcên dewleta Tirk, hatin belavkirin.
BERN: Li paytexta Swîsreyê Bernê, bi tevlêbûna komeleyên Çandê yên Kurd ên Bern, Freiburg, Biel û Solothurnê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyeke hevpar hat lidarxistin. Kurdan bi çalakiyê daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir. n NAVENDA NÛÇEYAN