•  Di êrişan de 24 kes hatin kuştin û 103 kes birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê li 130 hedefên leşkerî yên Hemas û Îslama Cîhad ên li Xezayê da.  Di êrişan de 24 kes hatin kuştin û 103 kes birîndar bûn.

Ji Şerîda Xezayê jî roja Duşemê di nava çend saetan de nêzî 150 roket ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku li Xezayê li 130 ‘hedefên leşkerî’ yên Hamas û Îslamî Cîhad xistin. Berdevkê artêşa Îsraîlê Jonathan Conricus got, “Me li 130 hedefên leşkerî yên Hamasê xistin. Li gorî texmînên me, ji Hamas û Îslamî Cîhad me 15 kes kuştin.”

Li gorî daneyên dawî heta niha di êrişên Îsraîlê de 24 Filîstiniyan jiyana xwe ji dest dane. Ji van 7 zarok in û kesek jî ji berpirsên Hemasê ye. Çavkaniyên Hamasê jî diyar kirin ku di êrişê de ji fermandarên baskê leşkerî yê Hamasê Mûhammed Fayyîd li bakurê Xezayê hatiye kuştin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû got, “Hamasê xeta sor binpê kir. Îsraîl wê bi tundî tevbigere, yên êriş kirine wê berdêleke giran bidin.”

NAVENDA NÛÇEYAN