Herî kêm 21 kes mirin

Nûçeyên Cîhan

Pêncşem 31 Tebax 2023 - 00:30

Li Tacîkistanê ku welatekî çiyayî yê li Asya Navîn e, ji ber baranê erd şemitî, teht wergeriya. Di encamê de herî kêm 21 kes mirin. Li gorî daxuyaniya Wezareta Rewşa Lezgîn, li vî welatê komara berê ya Sowyetê ji ber baranê di nava sê rojan de herî kêm 21 kesan jiyana xwe ji dest dan. Wezaretê diyar kir ku ji ber barana zêde ya 27'ê Tebaxê destpê kir li nêzî deh bajarok û navçeyê bû sedema lehiya ji heriyê, şemitîna ax û tehtan.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.