- Helebçe ne komkujiya yekem û ne jî ya dawî bû ku ji hêla Kurdan ve hat kişandin. Îro jî, Kurd di têkoşîna ji bo parçekirina herêmê de, ku bi rêya Tirkîye, Sûriye, Iraq û Îranê tê meşandin, hîn jî hedefa hêzên emperyalîst û paşverûyên herêmî ne.
Komkujiya Helebçeyê, ku di dema dîktatoriya Sedam Huseyîn li Iraqê de pêk hat, wekî komkujiyek ku trajediya Kurdan ji tevahiya cîhanê re da zanîn, di dîrokê de cih girt. Komkujiya Helebçeyê mîna kurteyek ji trajedîya sedsalî ya gelekî bindest e… Gelekî ku hebûna wî ya neteweyî pêşî ji planên emperyalîst re qurbanî bû, dû re jî bi polîtîkayên zext û asîmîlasyonê yên paşverûyên herêmî (Rojhilata Navîn) re rû bi rû ma. Gelekî ku her berxwedan û têkoşîna wî ya li dijî paşguhkirinê her tim bi komkujiyan hatiye tepisandin…
Komkujîya Helebçeyê, ku di 16’ê Adara 1988’an de, di dema dîktatoriya Sedam Huseyîn li Iraqê de pêk hat, wekî komkujiyek ku trajedîya Kurdan ji tevahîya cîhanê re da zanîn, di dîrokê de cih girt. Lêbelê, Helebçe ne komkujiya yekem û ne jî ya dawî bû ku ji hêla Kurdan ve hat kişandin. Îro jî, Kurd di têkoşîna ji bo parçekirina herêmê de, ku bi rêya Tirkîye, Sûriye, Iraq û Îranê tê meşandin, hîn jî hedefa hêzên emperyalîst û paşverûyên herêmî ne. Ji ber vê yekê, 38 sal piştî komkujiya 5,000 kesan, ku piraniya wan zarok û jin bûn, Helebçe hêj birîne kû xwîn jê diherîke...
Kurte dîrok...
Peymana Sykes-Picot, ku di sala 1916’an de di navbera emperyalîstên Brîtanî û Fransî de hat îmzekirin û paşê Rûsya jî tevlî wê bû, peymaneke veşartî ku Lenîn piştî Şoreşa Cotmehê ji cîhanê re eşkere kir kû dabeşkirina erdnîgariya Kurdan bo çar beşan pêşbînî dikir, bêdewletbûnê li ser Kurdan ferz dikir. Iraq, ku beşa başûrê Kurdistanê dihewîne, heta sala 1958’an ji aliyê padîşahiyekê ve di bin parastina emperyalîzma Brîtanî de dihat birêvebirin. Di sala 1958’an de, 'efserên pêşverû' yên ku di bin serokatiya Ebdulkerîm Qasim de li dijî padîşahiyê û emperyalîzmê rêxistin bûn, padîşahiyê hilweşandin; Mela Mistefa Barzanî, serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDP), ku wê demê li Yekîtiya Sovyetê bû, vexwend welêt, Barzanî di Çileya 1946’an de tevlî Komara Kurd a Mehabadê bûbû ku li Kurdistana Îranê hatibû damezrandin, lê piştî hilweşîna Mehabadê li Yekîtiya Sovyetê penaber bûbû. Her çend destûra bingehîn a di serdema Qasim de hatibû amadekirin mafên neteweyî yên Kurdan garantî dikir jî, di vê serdema aloz de gavên pêwîst ên derbarê xweserîya Kurdan de nehatin avêtin û Qasim di sala 1963’an de bi darbeyekê ji aliyê Ebdulselam Arif û Partiya Baas ve hat hilweşandin. Di sala 1969’an de, rejîma Baasê bi tevahî desthilatdarî bi dest xist û Sedam Husên, ku di sala 1979’an de bi fermî bû serok, bi bandor dest bi rêvebirina welêt kir. Sedam di sala 1970’an de bi Mela Mistefa Barzaniyê re peymanek îmze kiribû ku xweseriya Kurdan dîyar dikir, lê nebicîhanîna vê peymanê bû sedem ku Kurd dest bi têkoşîna çekdarî bikin. Di vê serdemê de, Şahê Îranê, ku li dijî Iraqê piştgirî da Kurdan, di sala 1975’an de bi Sedam re Peymana Cezayîrê îmze kir û Kurd ji aliyê rejîma Sedam ve hatin terikandin û rastî komkujiyê hatin. Di sala 1979’an de, li Îranê şoreşek pêk hat, rejîma Şah, ku yek ji stûnên herî girîng ên emperyalîzma Rojavayî li herêmê bû, hilweşiya û melayên bi serokatiya Xumeynî desthilatdarî bi dest xistin. Di sala 1980’an de, Sedam Husên, bi piştgirîya emperyalîstên rojavayî, bi taybetî DYA’yê, li dijî Îranê şer da destpêkirin. Di şer de, ku heta sala 1988’an dom kir, Îranê piştgirî da Kurdan da ku rejîma Sedam lawaz bike, di heman demê de rejîma Baasê komkujiyên xwe berdewam kir, ku bû sedema koçberbûna gelek wargehên Kurdan.
Sê roj bombe barandin...
Di demekê de ku operasyonên rejîma Baasê li dijî Kurdan, ku wekî Enfal tê zanîn, dijwartir dibûn (di Adara 1988’an de), artêşa Îranê êrîşek li dijî Iraqê da destpêkirin. Di vê demê de, hêzên Pêşmerge yên girêdayî Yekîtiya Niştîmamanîya Kurdistanê, bi serokatîya Celal Talabanî, ku bi Îranê re peymanek hebû, li ser sînorê Îranê ketin Helebçeyê. Rizgarkirina Helebçeyê di nav Kurdan de kêfxweşiyek mezin çêkir û ji ber vê yekê, ji tirsa belavbûna serhildana Kurdan, General Elî Hesen Mecîd, fermandarê Eniya Bakur a artêşa Iraqê, ferman da artêşa xwe ku bombeyên gaza jehrî li dijî Kurdan bikar bînin. Di 16’ê Adara 1988’an de, heşt balafirên rejîmê yên ku bombeyên gaza jehrî hildigirtin bajarê Helebçeyê bombebaran kirin. Di vê bombebaranê de, ku sê rojan dom kir û bombeyên kîmyewî yên kujer ên wekî gazên 'xerdel' û 'sarîn' bikar anîn, zêdetirî 5,000 sivîl, piraniya wan jin û zarok, ji ber jehrîbûn an şewitandinê mirin û bi qasî 10,000 kes bi giranî birîndar bûn. Bandorên kujer ên vê êrîşa kîmyewî, ku ne tenê mirov, lê hemû zindiyan jî wêran kir, bi salan dom kir, tê gotin ku 40,000 kesan jiyana xwe ji dest dane û 60,000 kes jî ji ber wêraniya ku çêkiriye seqet bûne.
Bombeyên gazê yên jehrî ji kû bûn?
Rejîma Baasê madeyên kîmyewî yên ku di hilberîna van bombeyên gazê yên jehrî de hatine bikar anîn ji şîrketên Alman, Amerîkî, Brîtanî û Fransî bi dest xistiye û emperyalîstên Rojavayî yên ku wê demê li dijî Îranê piştgirîya Sedam kirin li hember vê komkujiyê bêdeng mane. Wekî ku tê zanîn, dagirkirina Kuweytê ji hêla Sedam ve di sala 1990’an de, li ser bingeha îdiayên xwe yên axê, bû sedema xirabûna têkiliyên bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re û destwerdana 'Hêzên Koalîsyonê' yên bi pêşengiya Amerîkayê, ku di dîrokê de wekî 'Şerê Yekem ê Kendavê' hate belge kirin. Piştî bûyerên 11’ê Îlona 2001’an, Dewletên Yekbûyî berê xwe da polîtîkayeke destwerdanê ya nû, ku wê jê re Projeya Rojhilata Navîn a Mezin/Berfirehkirî bi nav kir, û piştî Afganistanê, navenda yekem a destwerdanê dîsa Iraq bû. Piştî destwerdana ku di Adara 2003’an de dest pê kir, rejîma Sedam hat hilweşandin û Kurdan Hikûmeta Herêma Kurdistanê li bakurê Iraqê ava kirin. Di sala 2010’an de, 22 sal piştî komkujiyê, Dadgeha Îstînafê ya Iraqê bi fermî Komkujiya Helebçeyê wekî jenosîd nas kir. Komkujiya Helebçeyê encama siyaseta rejîma Baasê ya tepisandina daxwazên neteweyî yên Kurdan bi rêya zordarî û tundûtûjiyê bû. Heta îro jî, li her deverê ku Kurd li wekhevîya mafên neteweyî digerin, ew bi polîtîkayên zordar û tundûtûj ên hêzên paşverû yên herêmî re rû bi rû dimînin.
Operasyonên Enfal û ‘’Elîyê Kîmyewî’’
Dîktatoriya Sedam navê operasyonên ku di navbera 23’ê Sibat û 6’ê Îlona 1988’an de li dijî Kurdan pêk anî, danî "Enfal". 'Enfal,' ku di heman demê de navê beşek ji Quranê ye, tê wateya xenîmetên şer, kelûpelên ji dijmin hatine girtin. Bi vî awayî, rejîma Baas temsîla Îslamê dikir û Kurdên ku hatin qirkirin bûn "kafir". Operasyonên Enfalê, ku li herêma Kurdistanê wekî beşek ji siyaseta erebkirinê ya rejîma Baasê hatin kirin, ji hêla General Elî Hesen Mecîd ve hatin rêvebirin, ku ew jî pismamê Sedam bû. Ji ber ku di van operasyonan de çekên kîmyewî hatine bikar anîn, Kurdan bi navê Elî Hesen Mecîd "Eliyê Kîmyewî" bi nav kirin. Li gorî çavkaniyên Kurd, di van operasyon û komkujiyan de nêzîkî 180,000 Kurdan jiyana xwe ji dest dane. Di darizandinên piştî hilweşandina rejîma Sedam de, Dadgeha Bilind a Iraqê ji ber sûcên li dijî mirovahiyê, bi taybetî ji ber berpirsiyariya wî di operasyonên Enfalê û komkujiyên li Helebçeyê yên bi gaza kîmyewî de, cezayê darvekirinê da Eliyê Kîmyewî. Cezaya li ser Kîmyawî Elî di 24’ê Çileya 2010’an de hat bicîhanîn.
