Di dîrokê de partîzanên yekemîn kî bûn?

Nûçeyên Kurdistan LEZGIYEVA

Duşem 13 Nîsan 2026 - 07:00

  • Di hezarsala duyem a berî zayînê de, Rojhilata Navîn di bin kontrola hêzên mezin ên wê demê de bû: Misir, Babîl, Hatî û Asûr. Hemû gelên din ên herêmê an hatin fetihkirin an jî hatin tunekirin.

Lêbelê, eşîrek hebû ku ne dihat fetihkirin û ne jî ji rûyê erdê dihat rakirin. Referansên wê di çavkaniyên nivîskî yên hemû zimanên herêmê de têne dîtin. Hem papîrûsên Misrî û hem jî tabletên mîxî yên Akadî de bi heman navî behsa wan dikirin: Habîru.

Eslê vî navî hîn jî ne diyar e. Tê bawerkirin ku ew statuya civakî nîşan dide ne ku etnîsîte. Di zimanê Akadî de, peyva "Habîru" bi îhtimaleke mezin ji lêkera "khabaru" hatiye, ku tê wateya "bi zorê ji mala xwe derkevin" an "werin derxistin". Ev dibe ku navê koçer, sirgûn û revîyayên ku malên xwe ji ber dagirkeran winda kiribûn be. Hin lêkolîner bawer dikin ku Habîru hevpeymaniyek ji koleyên reviyayî û derbederan bûn ku ji bo şerkirina li dijî dewletên herêmî yek bûn. Di bingeh de, ew tiştek dişibîya Sichê Zaporizhian a Slovenan an jî korsanên Tortuga bû.

Ev teorî ji hêla tomarên ji Arşîvên Amarna ve tê piştgirîkirin, berhevokek ji tabletên axê ku nameyên dîplomatîk di navbera fîrawûnên Misira kevnar û hukumdarên Babîl, Hattî, Asûrî û Mîtanî de hene. Di yek ji nameyan de, nivîskar, kesekî bi Habîru re berawird dike, wan wekî "kûçikekî reviyayî" bi nav dike - ne kûçikekî serberdayî, lê yê ku ji xwediyê xwe revîyaye. Lêbelê, Habîru ne tenê çeteyek dizan bûn. Dagan-takala, padîşahekî piçûk ê başûrê Sûriyeyê ku ji fîrawûn ê Misrê di şerê li dijî Habîru de alîkarî xwest, di nameya xwe de bi zelalî di navbera sûcdarên hevpar û Habîruyan de cûdahiyê dike, ku ew wan bêtir wekî hêzek leşkerî ya dişibihe artêşekê bi nav dike.

Di hemû çavkaniyan de, Habîru wek dijminên hêzên pêşeng ên herêmê, bi taybetî Misrê, xuya dikin. Ev ne ecêb e: piraniya wan penaberên ji van welatan bûn, ku dûrî sînorên axayên xwe yên berê bi cih bûn û li dijî leşkerên wan şerekî berdewam dikirin. Di vê wateyê de, Habîru dikarin bi partîzanên ku di dema Şerê Welatparêziyê yê Mezin de li Belarûsya "komarên partîzan" ava kirin re werin berhev kirin. Lêbelê, berevajî wan, Habîru ne tenê li dijî yek dewletekê, lê li dijî hemî împaratoriyên bihêz ên herêmê derketin û têkoşîna wan ne tenê bi salan, lê bi sedsalan dom kir.

Gelek dewletên biçûk li axên Kenan, Sûrîye û çolên Ereban hebûn û kêm caran ji bo demek dirêj serxwebûna xwe diparastin. Serwerên wan bi rêkûpêk name ji serwerên hêzên mezin re dinivîsandin û di têkoşîna xwe ya li dijî reqîban de ji wan alîkarî yan patronaj dixwestin. Di van nameyan de pir caran behsa Habîru dihat kirin, her tim wekî hêzek pirjimar û bi hêz. Mînak, Rib Hadda, serwerê bajarê Gubla (Byblos), bi bêhêvîtî ji firawnê Misrê re nivîsand û weha digot: "Ez çi bikim, yê ku wek di nav Habiruyan de dijîm?" Wî ji bo alîkariyê lava kir û hişyarî da ku bêyî wê, "hemû erdên heta Misrê dê bikevin destê Habîruyan."

Ev tirs ji aliyê waliyê Misrê Meyarzan, hukumdarê bajarê Xasî ve têne piştrastkirin. Di rapora xwe ya ji bo firewn de, ew dinivîse: ‘’Habîrûyan Makhzîbtu, bajarê padîşah bidestgirt’’.

Di sedsala 15’an a berî zayînê de, Habîru dewleta xwe ava kiribûn. Ew li ser axa Lubnana îroyîn û rojavayê Sûriyeyê bû. Damezrînerê dewletê wekî Ebdî-Esirta tê hesibandin, ku neviyê Amorî û Hûrî yên tevlihev bû. Eslê wî nîşan dide ku Habîru nûnerên gelên cûrbecûr di nav refên xwe de qebûl dikirin. Ebdî-Esirta karîbû komên Habîru yên ji hev cuda bike yek û têkoşîna wan ji bo van axan bi rê ve bir. Bi vî awayî, dewleta Amurru derket holê. Tevî ku ji hêla împaratoriyên dijmin ve dorpêçkirî bûn jî, Habîru bi serkeftî hemû hewldanên dagirkirina wan paşve xistin û di heman demê de bi welatên cîran re bazirganî kirin.

Dîrok çawa û ji hêla kî an kê ve hat nivîsandin nayê zanîn, lê ezmûna sedsala me dizane kû hertim dîrok ji hêla kesên serdest ve tê nivîsandin. Ji bo ev hêza partîzanên di dema xwe de dibêjin ku, di sedsala 13’an a berî zayînê de di dema Karesata Serdema Bronz de, padîşahiya Amurru ket destê Gelên Deryayê û çarenûsa hemû şaristaniyên herêmê parve kir. Bi vî awayî dîroka gelekî ku bi sedsalan nîşan dabû ku hewldana neteweyên herî bihêz jî nikarin kesên ku ji bo azadiya xwe şer dikin têk bibin, bi awayekî ne zelal bi dawî bû...

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.