Min digot qey her tişt li Yekîtiya Sovyetê "Ji bo Gel" e…

Nûçeyên Kurdistan LEZGIYEVA

Sêşem 5 Gulan 2026 - 07:30

  • Wek her zarokekî Sovyetê ez jî li dibistanê fêr bûm kû li Yekîtiya Sovyetê, her tişt "li gorî berjewendiyên gel" bû.

Îro ezê çîrokek ji we re vebêjim ku mîna henekê xuya dike, lê bi awayekî ne bi ken, lê bi pirsan bi dawî dibe. Û ezê hewl bidim kû heta dawiya gotarê, hûn ê bê guman qanûna sereke ya "nexuya" ya pêşveçûne kadroyên Sovyetê nas bikin, ji asketîzma şoreşgerî bigire heya ruhê derketî yê "herî zêde ya partiyê" ya pêşerojê.

Wek her zarokekî Sovyetê ez jî li dibistanê fêr bûm kû li Yekîtiya Sovyetê, her tişt "li gorî berjewendiyên gel" bû. Û yên kû min dişopînin dizanin kû min her gav rêz li çand û adetên jîyana Sovyetê girtîye û min her xwestîye fêrbûnên xwe jî bi raya Kurdistanê parve bikim. Lê gava ku ez cara yekem rastî hejmarên mûçeyên rêberên Sovyetê hatim (û ez fêr bû ku ew ne tenê "nehatine eşkerekirin", lê bi rastî veşartî mane), matmayî mam û min lêkolîna xwe berdewam kir…

Ezê bi Vladimir Îlyîç Lenîn dest pê bikim. Wekî damezrînerê dewletê, wî «moda mutewazîbûnê» danî, lê wekî ku pir caran diqewime, bi giranî bandor li kesên li dora wî kir. Mûçeya wî 500 ruble bû, li gorî pîvanên îroyîn a Rûsya bi qasî 160,000 ruble (2.134 dolar). Û ya herî balkêi jî ewe kû Lenîn ne tenê xwe bi vê mîqdarê sînordar kir, lê di heman demê de qedexe kir ku pêwîste li gel serokên partiyê dahata zêde nebe,  her weha diyarî, yani hemî tiştên ku bi gelemperî wekî "kêfên mirovî yên normal" têne hesibandin qedexe kir. Li gorî mantiqa wî, ev bermayiyên burjuva bûn. Îronî ev e ku qedexekirina "dahata alî" heya ku hûn qaîdeyan bi xwe destnîşan bikin pir baş dixebite. Wî di wê demê de dibe ku bawer dikir ku pere xerab e, lê ne ji bo her kesî.

Piştre Joseph Stalin tê. Di salên pêşîn de, wî mûçeya Lenîn parast, lê paşê mûçeya wî dest pê kir zêde bibe: gihîşt 1200 rubleyan, û piştî şer, gihîşt 10000 rubleyan. Heger em bi pereya îro hesab bikin ev nêzîkî 3.2 milyon ruble ye (42.682 dolar). Lê li vir beşa herî balkêş heye: cûdahîya rastîn ne mûçeya fermî bû. Stalîn pergala "zarfên Stalîn" danasîn, prîmên dravî yên mezin, bê hesab û bê bac ji bo beşên payebilind. Ev jixwe veguherînek ji îdeolojiyê bû bo dilsoziya kesane. Lê ka Exlaq? Îdeolojî ji bo pêşandanê dimîne û zarf ji bo rastiyê ye. Li vir mirov tiştek pir ecêb dibîne, şoreş çiqas zû vediguhere rêveberiya bi rûyek mirovî ango bi zarfan.

Nîkîta Khrushchev mehê nêzîkî 800-1,000 ruble werdigirt. Bi şertên îroyîn, ev bi qasî 300,000 ruble ye. Lê "sadebûn" aksesûarên xwe hebûn: feydeyên dewletê mîna avê diherikîn, her çend carinan, li ser kaxezê, jê re "şertên taybetî" dihat gotin jî. Khrushchev xwediyê gelek milkên cûda bû û bi taybet zarokê wî jî hertim ji dewletê û kesên elît dîyarîyan werdigirtin. Wek di mînaka klasîk a "Bav nexwest, lê ew rewş bê kontrol qewimî" bû.

Leonid Brezhnev jixwe serdema jiyaneke bi bawerî û dewlemend bû. Mûçeya wî yê fermî nêzîkî 1500 ruble bû, digel dahata zêde ji weşandina pirtûkan. Wekî din, wî qedexeya ku "Lenîn danîbû rakir." Bi gotineke din, îdeolojî li Yekîtiya Sovyetê hem şîrove dikir û hem jî li gorî berjewendî û hewcedarîyên xwe ji nû ve dinivîsand. Di sala 1973’an de, Brezhnev Xelata Lenîn bi "bonus"ek 25,000 rubleyî da xwe. Sekreterê Giştî tercîh kir ku di derbarê dahata xwe ya edebî de bi taybetî hişyar bimîne, mîna ku bac cureyek dijminê gel e û bibe sedema axaftinên zêde. Û, bê guman, diyariyên statuyê yên biha. Heta mîzah jî ji bo vê yekê têrê nake ji ber ew jî êdî westiyaye…

Piştre Yuri Andropov û Konstantin Chernenko tên. Andropov di destpêkê de 1200 ruble qezenc dikir, lê paşê biryar da ku mûçeya xwe "kêm bike" û bigihîne 800 rubleyî. Ev hema hema wekî xêrxwaziyê xuya dike: "Bê guman, ez di asta jorîn de me, lê ez kêmtir dixwim." Lêbelê, wî sîstema dîyarîyê berneda û berdewam kir ku ji jêhatîbûna xwe ya edebî pere qezenc bike. Di vê navberê de, Chernenko mûçeya xwe ya fermî ya 800 rubleyî parast, lê bi berdewamî nivîsên îdeolojîk dinivîsand û ji bo wan gelek caran zêdetir qezenc dikir. Weke kû dîyar dibe ew ne lez dikir ku dahatiyek wusa îlan bike. Bi gotineke din, şerm fermî ye, pere bêdeng e.

Û di dawiyê de, Mîxaîl Gorbaçov. Ew yekane serokê Yekîtiya Sovyetê bû û, di bingeh de, mûçeya xwe "li gorî hewayê" li ser gerstêrkê diguherand: mûçeya wî di pênc salan de ji 800 rubleyan zêde bû 3,000 rubleyan. Lê, wekî ku hûn dikarin xeyal bikin, ew bi giranî bi dahata xwe ya zêde dijiya. Mînak, di sala 1990’an de, wî Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirt, bi pêkhateyek diravî ya girîng. Tiştê ku li vir ji bo min pêkenoke ne ew e ku pereyên wî hebû, lê belê ew e ku Yekîtiya Sovyetê ya ber bi dawî hewl da ku xwe wekî "dîroka ronahî û demokrasiyê" nîşan bide dema ku heman pergala rêveberiya dewlemendiyê de ma.

Û ev tiştê ku min ji vê berhevokê derxist,  tiştê ku di navbera rêzan, hejmaran û zarfan de veşartî ye. Ez difikirim ku Yekîtiya Sovyetê ne ewqas "siyaseta mûçeyan" hebû, lê "sîstema baweriyê" hebû: hejmarên fermî tenê xemlên paceyê bûn, lê karê rastîn ê dewletê li derveyî tabloyan pêk dihat, bi rêya bonusan, diyariyan, milkên nekêşbar û gihîştina çavkaniyan. Pêşveçûna rêberan ne tenê li ser zêdebûna mûçeyan e. Ew veguherînek ji asketîzma şoreşgerî ya "sebir bikin, em ê zû bigihîjin wir" e ber bi derketina holê ya pratîkek ku dikare wekî "herî zêde ya partiyê" were binavkirin: dema ku îdeolojî tiştek dibêje, lê rastî tiştek din organîze dike.

Li ser kaxezê, rêberên Sovyetê "bi dilnizmî dijiyan", lê di rastiyê de, Yekîtiya Sovyetê prensîba bingehîn a her pergalê dimeşand: heger hûn nêzîkî destwerdanê bin, ew ê her gav rêyek bibînin ku rastiyê hêsantir bikin. Îronî ev e ku tiştê herî balkêş di derbarê van çîrokan de ne cûdahiya di pereyan de ye, lê çiqas bi bawerî dewlet dikarin cûdahiyên di daxuyaniyên xwe de veşêrin, mîna ku zarfek dikare wekî destmalek vegere îdeolojîyê.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.