Hejmara 22’yan ya Dilopê niqûtî

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 14 Cotmeh 2021 - 01:36

Kovara Dilopê ya du mehane, bi hejmara xwe ya 22’yan derket. Dilopa Cotmeh û Mijdarê li ser 50 saliya nivîskariya Mehmet Bayrak dosyayayek hazir kiriye.

Mehmet Bayrak ku bi taybetî li ser dîroka Kurdan, li ser Kurdên Elewî gelek lêkolîn kirine, bûye mijara dosyayê ya kovarê.

Kesên wî nas dikin û pê re xebitîne di dosyayê de behsa wî dikin. Di vê çarçoveyê de Aydin Çubukçu, Faik Bulut, Erdogan Aydin, Selim Temo û Nevzat Onaran gotar nivisîne.

Lêkoler Yuksel Genç ku koordînatora SAMER’ê ye, li ser bajarên Kurdan û rewşa penaberan hûr bûye. Lêkoler Rohat Alakom bi sernavê “Dengbêjeke jibîrbûyî, Kubara Xudo” li ser dengbêjên Kurd ên Sovyetê nivîsiye. 

Prof. Hamit Bozarslan li ser komkujiya Dêrsimê ya sala 1938’an sekiniye. Nivîskar û lêkoler Faik Bulut bi hevpyeyvînekê li ser pêvajoya çareseriyê û gotinên nû yên derbarê wê de peyivîye û nihêrînên xwe anîne ziman. 

Wekî din, Recep Maraşli, Îsmaîl Beşîkçî, Yaqûb Kurmanc, Ferid Demirel, Fewzî Bîlge, Mesut Alp, Ayhan Erkmen, Diljen Felat, Zelal Sari û Ozan Serhedî bi nivîsên xwe di vê hejmarê de hene.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.