‘Heger em nebêjin dê ruhê me bifroşin!’

Nûçeyên Çand/Huner

În 28 Cotmeh 2022 - 06:19

  • Qutbedîn Sadiqî; “Heger em bi xwe meseleyên xwe nebêjin, vegotinên xwe ranegihînin, valahiyek çêdibe û ev valahî gelek caran bi destên kesên din tê dagirtin. Ev kes jî nihêrîn û zanînên xwe li meseleyên me bar dikin. Bi vî awayî ruhê me tê firotin! Lewma jî em mecbûr di hemû kêliyên dîrokê de meseleyên xwe vebêjin.” 

ARDÎN DÎREN

 

Mihrîcana Şanoyê ya Amedê ku Şanoya Bajarê Amedê bi rêve dibe dewam dike. Di çarçoveya mihrîcanê de gelek lîstik hatin nîşandan û her wiha semîner pêk hatin. Ji Kurdistana Rojhilat jî lîstikvan û derhênerê şanoyê Ghotbedîn Sadeghî (Qutbedîn Sadiqî),  ku ew di heman demê wekî “hosteyê sinehata şanoyê” jî tê naskirin jî tevlî mîhrîcanê bû bi navê “Girîngiya Şano û Şanonameya Kurdî” semînerek li dar xist.  Qutbedîn Sadiqî berê jî hatibû Bakûrê Kurdistanê û tevî Şanoya Bajêr a Amedê şanoya bi navê “Spîmend” derxistibû ser dikê û her wiha derhêneriya lîstikê kiribû. 

Semînera Qutbedîn Sadiqî ji semînerê bêhtir weke “MastarClass” derbas bû. Ji lewre bi ruhekî Kurdewar bû û kesên ku salonê tije kiribûn heta dawiyê li hosteyê şanoyê guhdar kirin. Sadiqî jî li gel temenê xwe yê dirêj bi kelecanek mezin û dengekî berz axivî. Ji ber ku wî emrê xwe bi folklor, antropolojî û şanoya Kurdî derbas kiriye tûrikê wî tije bû û li gel serpêhatiyên xwe behsa karakterê neteweyî yê Kurd kir. Ji bo şanonameyek bi hizrên Kurdî were hazirkirin û lîstikvanên ser dikê jî bi tevger û kodên çanda Kurdî bilîzin ji tûrikê xwe gelek tiştan pêşniyaz kir. Ev pêşniyaz, lêkolîn û çavdêriyên wî yên bi salan bûn. Diyar bû wî li ser şano, karakter û bi giştî hunera Kurd gelek lêkolînan kiribû. 

Sadiqî van çavdêrî û lêkolînên xwe yên giranbuha bi kesê salonê re parve kir û bi mînakên şênber niqaşên li ser şanoya Kurdî kûrtir kir. 

 

Şêwazeke taybet û serbixwe

Sadiqî destpêkê ji dinyayê mînakan da û wiha peyivî, “Çawa ku li Japonya, Çîn û Hindistanê şanoyên wan yên taybet hene li vir ango li welatê me şanoyeke me ya taybet ava nebûye. Her wiha şêwazên wan yên cuda hene ji bo şanoyê lê mixabin me şêwazeke taybet ji bo şanoya xwe ava nekiriye. Hewceye em şêweya xwe bibînin û lê bigerin. Li Ewrûpayê jî li welatên weke Fransa, Îtalya, Ingilîstan û Elmanya hewl dan ku piştî ronesansê şanoyên taybet bi xwe çêbikin û şêwaza xwe biafirînin. Lê mixabin li çar perçeyên Kurdistanê em hîna nebûne şahidê şanoyeke taybet û serbixwe. ‘’

 

Rîwayet an jî vebêjî

Sadiqî ji bo şanoyê behsa du encamên xwe yên girîng kir û van encamên ku xwe gihandiyê, wiha nirxand, “Li gor lêkolînên ku min kirine ez gihîştime du encamên sereke. Yek ji van “Rîwayet” ( gotin ango vebêjî) ya din jî “Ayînî” ye. Destpêkê beriya mirovahî dest bi cotkariyê bike li gor xwezayê rêûresmên xwe ava kiriye. Dema dibû şev ji bo têkbirina tirsê li dora agir li hev kom dibûn û yek ji nava wan çîrokekê digot. Di gelek pirtûkên şanoyê de ev kombûn weke tiştekî “epîk” tê binavkirin. Yanî ruhê vê kombûnê epîk e. Nifşek ezmûn û cerebeyên xwe radigihîne nifştê dîtir. Bi vî awayî ezmûn li ezmûnên din zêde dibin û her diçe ev rewş berfirehtir dibe. Dema ku ev ezmûn zêde dibin meriv dikarin bibin hakimê çarenûsa xwe jî. Piştê vê têgihiştinê meriv dibêjin ez dikarim pirsgirêkên xwezayê û civakê çareser bikim. Rîwayet an jî vegotin di hemû demên dîrokî de her tim bi awayekî xwe nîşan daye. Di efsane, çîrok û mîtolojiyan de meriv dikare bi hêsanî rîwayetê bibîne.”

 

‘Em mecbûr in vebêjin’

Sadiqî di dewamê de da zanîn ku “Rîwayet” çarçoveyekê ji bo zanist û displînê ava dike. Her wiha têkiliyan ava dike û ji van hemûyan jî girîngtir civakekê meşrû dike. Sadiqî wiha domand, “Civakeke ku rîwayet tê de tine be ne meşrû ye. Rîwayet ew tişt e ku di rabihuriyê de ji bo siberojê hatiye gotin. Kesê ku rîwayet dike ango vebêj kesekî notr nîne, fêhm dike û li gor têgihiştinên xwe tiştan li meseleyê zêde dike. Ji ber vê sedemê heger em bi xwe meseleyên xwe nebêjin, vegotinên xwe ranegihînin, valahiyek çêdibe û ev valahî gelek caran bi destên kesên din tê dagirtin. Ev kes jî nihêrîn û zanînên xwe li meseleyên me bar dikin. Bi vî awayî ruhê me tê firotin! Lewma jî em mecbûr di hemû kêliyên dîrokê de meseleyên xwe vebêjin.”

 

Tesîra ayînan ya li ser şanoyê

Ji xeynî rîwayet ango vebêjiyê çavkaniyek din jî me gotibû ku “Ayîn” e. Şano ji ayînan gelek bandor girtiye. Meriv xwe di rîwayetê de pirr mezin û bi hêz hîs dike û wisa nîşan dide, lê di ayînê de berevajî vê yekê meriv xwe nefsbiçûk hîs dike. Li xweza û mezinbûna dinyayê difikire û dibêje ez bi van yekan nikarim. Rizagarbûna wî kesê ewe ku bi hebûn û xwezayê re bibe yek. Ji xwe di esasê ayînê de jî nefsbiçûkî heye, yanî meriv li hember xwezayê xwe piçûk dibîne û dixwaze bi xwezayê re bibe yek. Ji destpêka şoreşa cotkariyê ve merivan sê cure ayîn lidarxistine. Yek ji wan metafîzîk e. Yek xweza ye. Ya sêyem jî mirin e. Yanî di hemû çandên dinyayê de meriv dikare bibêje ku sê cure ayîn hene. Bi elementên pîroz yên ku bi sembol û metaforan tije ne, dixwazin têkiliyên xwe bi dinyayê re çêbikin. Ev yek li her derê dinyayê hema bejê wekhev e. Li Rojhilat û Rojava, di çanda Yewnan û Ewrûpa de û her wiha di çanda Samî de bi heman awayî diqewimin ev tişt. 

 

‘Em li ser dikê zimanê şanoyî nabînin’

Sadiqî destnîşan kir ku ji bo Kurdan ya girîng ewe ku “vegotinê li ayînê zêde bikin.” Yanî ew karibin bûyer û serpêhatiyên xwe ango tiştên ku di dîrokê de qewimîne bi riya vebêjiyê bînin ziman.’’ Sadiqî bal kişand ser sembol û metaforên ayînan û wiha dewam kir; “Ji xwe dema meriv bala xwe bidin ayînan dê bibînin ku di van ayînan de gelek sembol û metafor hene, her wiha kodên civakî û nîşaneyên rêûresman. Divê meriv karibe ji van sûd werbigire û bikarbîne. Ji lewma jî hewceye em têkiliya guh û çav ava bikin. Bala xwe bidinê di hemû şanoyên me de meriv nikare li ser dikê îmaj, tevger û mîzansenê bibîne, ev yek tine ne! Ev hefteyeke em li vir li lîstikan temaşe dikin tenê tiştê ku em dibînin “peyv” û “gotin” e. Em zêde diaxivin. Yanî merivek çavê xwe bigire û tenê guhdar bike dê ji lîstika ser dikê têbigihîje û fêhm bike çi diqewime. Mixabin em hîna li ser dikê em zimanê şanoyî nabînin. 

 

Divê em xwe winda nekin 

Sadiqî li ser têkiliya di navbera çav û guh de ku ewê şangoer li ser dikê çawa biafirînin jî axivî û got ku hemû ezmûn û hewldanên wî ji bo avakirina têkiliya rîwayet û ayînê ne. Wî ji pirtûka nivîskar Herman Hesse jî mînakan da; “Pirtûkeke Herman Hesse heye bi navê ‘Vegera Zerdeşt’. Di vê pirtûkê de gotineke Zerdeşt bi bîr tine ku gotin wiha ye, ‘Ji bo tu bixwazî rizgar bibî, ne rû, ne deng û ne jî karakter teqlit bike. Ji bo ku bigihîjî wê baweriyê ku tu kesî teqlît nekî jî divê tu hay ji dilê xwe hebî. Heger ne wisa be tu xwe winda dikî.’ Ji xwe em jî di şanoyê de li vê yekê digerin, da ku em dilê xwe bibînin û xwe winda nekin!” Sadiqî gotineke Herman Hesse ya “Heger nexwazin mezin bibin bawer bikin ew ê têk biçin!” jî bi bîr xist û got ku ji bo Kurdan tenê riyek heye ew ji mezinbûyîn e. Divê Kurd mezin bibin.

 

‘Êş pêwîst e, lê ya girîng afirînerî ye’

Sadiqî ji bo vê zanyariya hundirîn ango dilî jî sê şertên girîng jî wiha rêz kir, “Yek, divê tu ji serpehatî û çarenûsa xwe agahdar bî, yanî divê tu bizanibî serpêhatî û çarenûsa te çiye. Du, divê ew îrade hebe ku tu bikaribî guhertinê pêk bînî. Sê, ji hemûyan girîngtir divê tu kamil bibî ango kamilbûyînê di xwe de bihebînî. Heger ev kamilbûyîn tine be tiştên ku me li jor rêz kir dê qet bi kêr neyên. Yu muhîm ew tişte ku tu hatî afirandin ji bo ku tu bibî xwe, ango xwebûna xwe pêk bîni. Heger tu xwebûna xwe têbigihîjî, çarenûsa te dibe çarenûsa neteweya te jî. Yanî ev xwebûna şexsî ji gel re jî dibe sembol. Bi vî awayî armanc û qeder dibe eynî tişt. Hem ji bo te û hem jî ji bo gel. Ji van hemûyan jî girîngtir divê hûn afirîner bin. Li vir ez bibêjim “êş” qet ne girîng e. Ji bo ku em xwe bigihînin siberojeke baştir êş pêwîste, lê tenê ji bo hişyarkirinê divê were bikaranîn.” 

 

Ruhê epîk û zimanekî neteweyî yê şanoyê

Sadiqî piştî ku ji çand û folklora Kurd gelek mînakan ji bo şanoyê da vegeriya “ruhê epîk yê Kurdan” û got ku divê ev ruhê epîk bi tevgerên karakterê ser dikê re veguhere zimanekî neteweyî û wiha lê zêde kir, “Ruhê epîk yên Kurdan e hêleka me ya dîrokî îşaret dike. Ji ber li welatê me her tişt heye me qet pêdivî pê nedîtiye ku em êrîş bibin ser xelkên din û welatên wan bidest bixin. Ji bo em tiştekî bidest bixin me ti carî pêdivî bi êrîşan nedîtiye. Lê dîrok nîşanî me dide, qewmên hov ango Ereb û Moxol ji jêr û jor êrîş birine ser xelkê Kurd û me Kurdan bi wan re şer kiriye. Me li hember wan li ber xwe daye. Ji ber van sedeman berxwedan û parastin ruhê me yê epîk îşaret dike. Em ne êrîşkar lê em berxwedêr in. Ev ruhê epîk û axa Kurdistanê li merivê Kurd gelek tişt zêde kirine. Em vê yekê di beyt, efsane, çîrok û dîroka xwe de baş dibînin. Axirî karakterê Kurd ne pozbilind e, lê teslîm jî nabe û heya dawiyê diçe, yanî ew li ber xwe dide mirinê dide ber çavên xwe.” 

Sadiqî herî dawî got ku Jji bo em karibin şanoya Kurdî çêbikin divê em van tiştên di dîroka me de qewimîne, di efsane, mîtolojî û çîrokên me de hatine gotin li şanoya xwe zêde bikin û bi van hêlên çandî zimanekî şanoyî yê nû û neteweyî ava bikin.  

 

* Semînera Qutbedîn Sadiqî qederê saetek û nîvê domand, wî di semînera xwe de behsa gelek hûrgiliyên din jî kir û ji çanda Kurdî gelek mînakên balkêş nîşan da. Wî bi van mînakan bi awayekî şênber rê ber şanoya Kurdî xist da ku ji bo siberojê karakterên Kurd bafirîne li ser dikê. Lê ji ber ku deşîfrasyona semînerê 10 rûpel girt û zêde dirêj bû min tenê karîbû van agahiyan berhev bikim û biweşînim. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.