Hazir e ji bo ‘dueloyê!’

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 10 Mijdar 2021 - 23:17

  • Hakan Yaşar, “Ev ne wêneyekî baş e. Ev kes keda min binpê kirine û dizîne. Ev hem li min heqaret e û hem jî li kesên hunerhez. Medyaya Beşîktaş jî xalat daye vê şêwekarê. Ev yek jî mirovan xemgîn dike. Ev wêneyê min du hefte şûnde dê li Amedê were nîşandan. Bi vî awayî ew zerarê didin min.” 

XASÊ CÛNÊ

Şêwekar û hunermendê Kurd Hakan Yaşar ê li Norwecê dimîne, beriya bi hefteyekê ji bo fûarekê ji Norwecê çû Stenbolê û li wir pêşangehek vekir. Di pêşangeha “Fûara huner û Entîkayan”  de gelek wêneyên xwe cara ewil li Tirkiye nîşan dan. Ji bo wêneyên wî bibînin û Hakan Yaşar ji nêz de nas bikin, gelek Kurdên hunerhez çûn serdana pêşangeha wî û elaqeyeke baş nîşanî wî û hunerê wî dan. 

Çendek berê çapameniya Tirk (qenala NTV) Hakan Yaşar wek şêwekarekî Tirk bi nav kiribû û Yaşar jî li hember vê helwêst nîşan da û got, “Ez ne Tirk im lê hunermendekî Kurd im!” Piştî vê gotinê, Hakan Yaşar bêhtir hat naskirin. Lê niha tiştekî ji çewtiya berê sosrettir qewimiye û tê gotin, şêwekara Tirk a bi navê Elif Şahin Altunkaya, wêneyekî xwe ji ber yê Hakan Yaşar kopya kiriye û vî wêneyê wê xelat girtiye û bi bihayê 40 hezar TL´yî jî hatiye firotin. Altunkaya bi vî wêneyê xwe li Tirkiyê xelata “Wênegira herî baş a sala 2021’an” jî wergirtiye. Gava mirov berê xwe dide her du wêneyan şibandineke pirr eşkere heye di navbera tabloyan de û hema bêje, wêneyê Altunkaya wek yê Yaşar e. Ji ber di navbera wan de zêde ferq tine ye. Belê, Hakan Yaşar pêşî kirin “Tirk”, niha jî tabloyên wî kopya kirin.

Wêneyê ku Altunkaya çêkiriye di “Pêşangeha Cumhuriyetê” de ya Cejna 29’ê Cotmehê de hat nîşandan û piştî vê pêşangehê xelat wergirt. Piştî ku Altunkaya xelata xwe wergirt got, “Hunermend hemû nebaşiyên li dinyayê bi awayekî baş nîşan dide. Destê xwe nedin kesên çêdibin, diwelidînin û têr dikin, bes e.” 

‘Kopyayeke pirr xerab e’

Hakan Yaşar got, wêneyê Altunkaya çêkiriye, ji ber tabloya wî hatiye kopyakirin. Wî di Nîsana 2019’an de dest bi tabloyê xwe ya bi navê “Cêwî” kiriye û di Sibata 2020’an de jî tablo bi dawî kiriye. Ji ber vê yekê, ew dibêje, min berê jî bihîstibû ku hin kesan tabloyên min kopya kirine, “Gava ku ez li Stenbolê li pêşangehê bûm, çend kes hatin cem min û wan got, wêneyekî te li Edene hatiye kopyakirin. Her wiha medyaya Beşiktaş jî xelat daye vî wêneyê.” 

Piştî van gotinan, Hakan Yaşar kopyaya wêneyê xwe dibîne û dibêje, “Kopyayeke pirr xerab e û ji ber wêneyên min girtiye.”

‘Ev kes zirarê didin min’

Hakan Yaşar tîne ziman ku ev nîşaneya diziya keda wî ye û wiha pê de diçe: “Ev wêne nîşan dide ku ew kesên çûne wir û li wêne mêze kirine, ji hunerê fêhm nakin. Ev ne wêneyekî baş e. Van kesan keda min binpê kiriye û diziye. Ev hem li min heqaret e û hem jî li kesên hunerhez. Medyaya Beşîktaş jî xelat daye vê şêwekarê. Ev yek jî mirovan xemgîn dike. Ev wêneyê min du hefte şûnde dê li Amedê were nîşandan. Bi vî awayî ew zerarê didin min.” 

‘Ez wî dawetî dueloyê dikim’

Şêwekara Tirk Altunkaya ku li Edene dimîne, li hember tawanbariya ku wê wêneyê Hakan Yaşar kopya kiriye, wiha xwe diparêze, “Jina ku Yaşar xêz kiriye ciwan e, lê ya min extiyar e. Em dikarin bidin ber hev. Ti têkiliya min bi Yaşar re tine ye. Ew bi hunerê xwe re ez jî bi hunerê xwe re mijûl im. Wêneyê min ne kopyaya kesî ye. Ez wî dawetî dueloyê dikim. Em bi hevre heman wêneyî çêkin. Xeletiyeke min tine ye. Heger wêneyek bandorê li min bike, ez ê destûr bixwazim û bi vî awayî biresmînim. Min heman rûyê ku Yaşar xêz kiriye çênekiriye. Ez nizanim ew çawa xebitiye û ev wêne çawa çêkiriye.”

‘Beriya Yaşar jî ez hebûm’

Altunkaya herî dawî got, wê ji kesî re negotiye xelatê bidin min û kesên lê geriyane jê re gotine, ev wêneyê wê hêjayî xelatê ye û bi vî awayî xelat dane wêneyê wê: “Ez ji Edene me, kî bixwaze dikare were min bibîne. Beriya Yaşar jî ez hebûm. Ji wêne bêhtir navê wêneyê min yê ‘Destê xwe nedin kesên çêdibin, diwelidînin û têr dikin.’ xelat girt.”

‘Kopyaya min bi 40 hezarî firotine’

Hakan Yaşar ê ku li ser tweetirê wêneyê xwe û yê Altunkaya parve kir, got, “Kopyayê min bi 40 hezar TL hatiye firotin”. Piştî axaftinên Altunkaya yên li ser medyayê, dîsa li ser hesabê tweetirê lê vegerand û got, ez teklîfa dueloya Altunkaya qebûl dikim.

Hakan Yaşar di rojên pêş de dê li Amedê jî pêşangehekê veke û li wir tabloyên xwe nîşanî xelkê bide. Di vê pêşangehê de dê tabloya wî ya bi navê “Cêwî” ya hatiye kopyakirin jî were nîşandan. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.