Dewleta Tirk a dagirker li Qada Newrozê ya li ser Girê Miştenûrê yê li Kobanê, ambulansek kir hedef. Êriş pêş saet di 16:50′î de Qada Newrozê a li ser girê Miştenûr û kargeha boyaxê ya li başûrê bajêr pêk hat. Dewleta Tirk bi topxaneyên xwe êrişî vir kir.

Piştî ku ambulans gihîşt cihê topbaranê, tîma tê de hedef hat girtin û ajokarê ambulansê tevî hemşîreke birîndar bûn. Birîndar bi ambulanseke din rakirin nexweşxaneya Kobanê.

Muslim Nebî Oso yê 25 salî û Sozdar Mistefa Osman a 30 salî di êrişê de birîndar bûn. Rêveberiya nexweşxaneya ku her du birîndar lê tên dermankirin, da zanîn ku rewşa wan baş e.

ANHA/KOBANÊ