Gurrîbûn belav dibe 

Çarşem 22 Sibat 2023 - 16:13

MEDÎNE MAMEDOGLU / NÛJINHA / SEMSÛR

Li Semsûrê piştî du erdhejên mezin ên navenda wan li Mereşê, bi hezaran xanî hilweşiya, yan jî xisareke emzin li wan bû. Ji 6'ê Sibatê û vir ve xelk li kolanan dimînin. Li bajêr hin kes di kon û wesayîtên xwe de dimînin, yên ku nikarin xwe bigihînin konan, hewl didin ku xwe li stargehan bi cih bikin. Xelkê hîna jî ava paqij û têr xwarina xwe bi dest nexistiye. Li navenda bajêr a ku av lê hatiye birrîn, av di mencelan de tê kelandin. 

Gurrîbûn belav dibe

Di konan de bi dehan kes dimînin. Her ku diçe parastina şert û mercên paqijiyê, dijwartir dibe, ji ber kêmbûna hejmara tuwaletên gerok û kêmbûna avê, li Semsûrê gurîbûn vedigire, spî digirin xelkê û înfeksiyona destavê derket holê. Bijîjkan diyar kir ku rojane bi giştî 3 kes bi teşxîsa destpêkê ya gurrîbûnê serî li wan didin û diyar kirin ku derman têrê nakin û ji bo pêşîgirtina bi lez û bez a li belavbûna nexweşiyan, şert û mercên bikaranîna derman li deverê nînin.

Ava paqij li Semsûrê nîne

Xebatkara tenduristiyê Gulşîlan Ormanli ev 7 roj in ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re bi dilxwazî li deverê dixebite û li Cemeviyê [Mala cemê] bi nexweşan re elaqedar dibe. Wê got, li Semsûrê mirov nikarin xwe bigihînin ava paqij û jîngeheke paqij. Gulşîlan Ormanli da zanîn ku di rewşa heyî de hema bibêje ne mumkin e ku li Semsûrê nexweşî dernekevin.

Spî jî li nav xelkê zêde bûne

Gulşîlan Ormanli anî ziman ku nexweşiya herî zêde ya ku niha bi xelkê dikeve, gurrîbûn e. Gulşîlan Ormanli got, wan ev yek bi zelalî dîtiye: “Mirov nikarin serê xwe bişon û di nav hev de dijîn. Ev dibe sedema zêdebûna nexweşiya gurrîbûnê. Bi taybetî em dibînin ku di konan de spî jî her bêhtir digirin xelkê. Li vir bi taybetî pirr zêde nexweşên gurrîbûn tên cem me.

Li deverê derman zêde nînin. Ya din jî divê piştî ku derman hat bikaranîn bi 24 saetan, divê nexweş serê xwe bişon. Lê ji ber ku pirsgirêka ava paqij heye, ev rêbazê dermankirinê jî ne mumkin e. Li bajêr lazim e hem ava paqij, hem jî hîjyen bê peydakirin.”

Înfeksiyona destavê çêdibe

Gulşîlan Ormanli anî ziman ku gelek jin ji ber nebûna cilikên reglê yên paqij û tuwaletên paqij, bi înfeksiyona destavê dikevin û got: “Bi taybetî pêwistiyê jinan bi cilikên reglê yên paqij û amûrên paqijiyê heye. Di vê mijarê de lazim e çareseriyek bê dîtin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.