- Îranê gundiyekî Îlamê qetil kir û nehişt malbat cenaze veşêre.
Welatiyekî ji parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê polîsên rejîma Îranê ve hate qetilkirin. Hêzên rejîmê destûra spartina axê jî nedan malbatê.
Li gorî nûçeyeke Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê (Rojhilat), şemiya bihurî, polîsên rejîmê, li bajarê Dereşar yê ser bi parêzgeha Îlamê, bi awayekî yekser rasterast gule li welatiyekî reşandine.
Ev welatî Hamid Zehrabiye yê 30 salî yê xelkê gundê Armû yê ser bi Dereşarê ye. Zehrabî ku destpêkê bi giranî birîndar bû û li nexweşxaneyê pêr jiyana xwe ji dest da.
Hîna jî sedema gulelêreşandinê nehatiye zanîn. Têgotin hêzên rejîmê destûr nedane malbatê ku kurê xwe li nexweşxanê bibîne. Piştî ku Zehrabî jiyana xwe ji dest daye, destûra spartina axê jî nedane malbatê.
ÎLAM