AGÎT ERKENDÎ
FULDA


Ebdulezîz Derwêş ê ji Rojavayê Kurdistanê yê 41 salî, pêr sibehî gava ku dixwest biçe kar, li devê deriyê mala xwe di erebeyê de hatibû kuştin.

Polês doh da zanîn ku gumanbarek piştî bûyerê di erebeya xwe de hatiye girtin. 

Ebdulezîz Derwêş sala 2015´an li Tirbesipiyê di parastina navçeyê de jî cihê xwe girtiye. Di şerekî bi DAIŞ´ê re pismamê wî Xebat şehîd bûbû û ew jî birîndar bûbû. Piştî birîndarbûna xwe ew çûye Elmanyayê. 5 zarokên Ebdulezîz Derwêş hebûn.

Birayê wî Serwet Derwêş li ser êrişê got, êrişkaran, beriya ku birayê wî erebeya xwe bixebitîne, 3 gule lê reşandine û ji 3 aliyên cihê. Bi ya wî, "Bêhtirî kesekî ev êriş kiriye".

Ew dibêje, Ebdulezîz Derwêş par li ser facebookê li dijî ENKS û DAIŞ´ê gelek weşanên zindî kirine, lê îsal ev nekiriye. Kesekî ji firina ku birayê wî lê dişixulî jî, jê re gotiye, "Min dît carekê Ebdulezîz bi telefonê dipeyivî, ji yê li hember re digot, bela xwe ji min vekin, zarokên min hene, ez nikarim tişta hûn dixwazin bikim." 

Malbatê got, piştî otopsiyê ew ê cenaze bişînin Rojava û li Tirbespiyê veşêrin.

Polîs jî derbarê bûyerê de got, gumanbarekî 37 salî hatiye girtin, gava ku dixwest bi erebeyê bireve eyaleta cîran NRW´yê. Polês nav eşkere nekir û tenê got, ew kes jî ji Sûriyê ye û li ser wî şopên wî elaqedarî kuştinê dikin, hatine zeftkirin. Dozgeriyê jî di daxuyaniya xwe de got, zû ye ku ew li ser sedema kuştinê karibin daxuyaniyekê bidin.

Xelkê deverê û nexasim jî kesên li firina ku Ebdulezîz jî lê kar dikir, hez ji wî dikirin û wan got, ew kesekî pirr dost bû û ji bo wan bûye şok ku hatiye kuştin. Li cihê kuştina Ebdulezîz Derwêş, xelkê bajêr kulîlk danîn û find pêxistin.