Li paytexta Elmanyayê Berlînê, Konfederasyona Sendîkayên Elman (DGB) meşa 1´ê Gulanê ya ji rêûresmê organîze kir. Slogana îsal a meşê “piştgiriya sereqet” bû. Lê li Berlînê çalakî û pîrozbahiyên 1´ê Gulanê gelek bûn. Kurd jî tevlî meşa 1´ê Gulanê ya ji Meydana Neteweyên Yekbûyî heta bi Avahiya Şaredariya Sor meşiyan.
Yek ji rengên herî xweşik ên 1´ê Gulana îsal li Berlînê govenda jinên Kurd bû. Li Mariennenplatzê jî pîrozbahiya bi navê “MyFest” hebû. Li vir Partiya Çep a Kesk, Meclîsa Jinan a Dest Danê û Koma Piştgiriya Erdhejê Hevî dezgehên xwe danîn. Jinên Kurd jî govendên Kurdan li vir nîşanî xelkê dan.
Di meşa şoreşger a 1´ê Gulanê de bi dehhezaran kes êvarê ji Hermanstrase meşiyan. Ji ber êrişa polêsan xwepêşander negihiştin meydana Oranienplatzê. Lê wan sereqet sloganên Jin jiyan azadî gotin.
BERLÎN