Gotinên wan nîzama Îranê rûdixînin

În 12 Tebax 2022 - 22:24

  • Behmen Yûsifzade, Fireydûn Mûsapûr, Ferhad Mûsapûr, Soran Husênzade, Îman Ebdî, Sîrwan Nûrî, Efşîn Mamehmedî, Siyaweş Eynî û Keyvan Endar…

Behmen Yûsifzade, Fireydûn Mûsapûr, Ferhad Mûsapûr, Soran Husênzade, Îman Ebdî, Sîrwan Nûrî, Efşîn Mamehmedî, Siyaweş Eynî û Keyvan Endar… Ev her new welatiyên ji Rojhilatê Kurdistanê, li dadgeheke rejîma Îranê hatin dadgehkirin.

Hêzên Îranê ev her 9 kes jî 9´ê Çileyê 2021´ê kiribûn nezaretê. Ew heta 9´ê Sibatê di nezaretê de hatibûn girtin, bêyî ku delîl û belgeyeke ji bo vê hebe.  

Taya 1´ê ya dadgeha Şoreşê ya bajarê Urmiyê ya rejîma Îranê, bi serokatiya dadwer Mes`ûd Recebî li her yekî ji tohmetbaran 6 milyon Tumen cezayê pere birrî.

Sedema ceza jî propagandaya li dijî nîzamê bû. Dadgehê ji tohmeta endametiya partiyeke Kurdî ew dan beraetkirin.

URMIYE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.