Goristana Bestayê rûxandine
Duşem 21 Tîrmeh 2025 - 03:15
Artêşa Tirk hemû gorên li goristana Bestayê bi kepçeyan û balyozan rûxandiye. Di dîmen û wêneyan de jî tê dîtin ku hemû kêlî hatine kişandin.
Goristana li Herêma Besta ya PKK'iyan ku bi navê Şehîdgeha Şehîd Rojhat Bêlûzerî hatibû bi navkirin ji aliyê leşker û cerdevanên artêşa tirk ve hatiye rûxandin. Li gor agahiyên hatine bidestxistin li goristanê 144 gorên endamên PKK'ê hene. Goristana Ş. Rojhat Bêlûzerî di sala 2013'an de ji aliye gerîlayên PKK'ê ve li deşta gundê Xirbkê Bestê hatibû çêkirin û li derdora goristanê avahiyên wekî mêvangeh û mizgeft jî hatibûn avakirin.
Bi kepçeyan ketine goristanê
Goristan di sala 2016'an de ji aliyê artêşa tirk ve bi kepçeyan û balyozan hatiye rûxandin. Bi kepçeyan dîwarê hewşa goristanê û her wiha avahiyên derdora goristanê hatibûn çêkirin hatine hilweşandin. Di dîmen û wêneyan de jî tê dîtin ku hemû gorên li goristanê yek bi yek hatine texrîbkirin. 144 gorên endamên PKK'ê yek bi yek bi balyona hatine rûxandin û kevirên ku nav û nasnavên endamên PKK'ê li ser nivîsî ne hatine parçekirin. Ji ber vê yekê niha nayê zanîn ku kîjan gor a kîjan endamê PKK'ê ye.
AW/ŞIRNEX/NEDÎM ORÛÇ