Giliyê qeyyûm û şaredarên xespkar hate kirin

Çarşem 22 Sibat 2023 - 16:19

Li Mêrdînê parêzeran giliyê bi giştî 134 şaredarên li 10 bajar û navçeyên wan ên ku erd li wan hejiyaye, kir. Ji van 2 jî qeyûm in.

Koma Parêzerên Tam Serbixwe ya li Mêrdînê, giliyê 2 qeyûm û 132 şaredarên li Amed, Riha, Mereş, Meletî, Semsûr, Dîlok, Osmaniye, Hatay, Edene û Kîlîsê kir. Van kesan ji sala 1999’an şaredarî kirine û hin jê niha jî şaredar in. Parêzerên Mêrdînê giliyê wan li cem Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê kir.

Ji xeynî şaredaran, parêzeran giliyê qeyûmê ku şaredariya bajarê mezin a Amedê dagir kiriye, Alî Îhsan Sû, qeyûmê berê şaredariya Yenîşehîra Amedê dagir kiribû, Mûrat Beşîkçî jî kir. Ahmet Dûyan li ser navê parêzeran daxuyanî da û got, “Divê berpirsyar werin dadgehkirin û ew ê werin dadgehkirin jî.”

MÊRDÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.