• Gerîlayan ji bo bibîranîna şehîd Bêrîtan gelek çalakî kirin û di van çalakiyan de 18 dagirker li Zê û Metînayê kuştin. 

Gerîlayên HPG û YJA Starê bi wesîleya salvegera şehadeta Fermandar Bêrîtan (Gulnaz Karataş) çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de 18 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.

Di daxuyaniya HPG'ê de hate gotin, “Em fermandara xwe ya mezin Bêrîtan (Gulnaz Karataş) di salvegera şehadeta wê de bi rêzdarî bi bîr tînin ku li çiyayên Kurdistanê sekna jinên azad a jinên Kurd e, nîşaneya ruhê fedaî yê Apoyî ye û xeta berxwedanê ya artêşbûna me ya jina azad e. Hêzên me bi gelek çalakiyan hevrê Bêrîtan bi bîr anîn û salvegera 30'emîn a damezrandina YJA Starê silav kirin."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

Şehîd Delîl li Rojavayê Zê

15'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

17'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran û nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin.

17'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sekvaniyê 3 dagirker hatin cezakirin. Di heman demê de bi çekên nîv otomatîk jî li dagirkeran hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.

18'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, hêzên me yên YJA Starê bi çekên nîv otomatîk derb li dagirkeran xistin.

18'ê Cotmehê bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin.

18'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê kemîn li pêşiya dagirkeran hate danîn. Bi çekên ferdî li dagirkeran hate xistin. Di vê çalakiyê de ya ku ji nêz ve hate kirin, 5 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn. Saet di 20:40'î de jî bi sekvaniyê 2 dagirkerên din hatin cezakirin. Di heman demê de bi çekên nîv otomatîk li dagirkerên li cihên cuda hate xistin. Li vir jî 2 dagirker hatin cezakirin, 4 dagirker birîndar bûn.

 

Li herêma Metînayê

17'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê, hêzên me yên YJA Starê li dijî dagirkeran bi çekên ferdî û nîv otomatîk çalakî kir û 5 dagirker ceza kirin.

18'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

18'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li kamerayeke mobesse û çeperekî hate xistin.

 

Li herêma Xakurkê

18'ê Cotmehê bi çekên giran li dagirkerên li Girê Şehîd Kamûran hate xistin.

 

Sûcên artêşa Tirk a dagirker

17 û 18'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya herêma Zapê çeperên şer 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

17'ê Cotmehê li herêma Metînayê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê 3 caran bi droneyên bombebarkirî, çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê jî 7 caran bi teqemeniyên qedexekirî bi giştî 26 caran hatin bombekirin.

17 û 18'ê Cotmehê li Herêma Rojavayê Zê ya Şehîd Delîl çeperên şer ên li Girê Cûdî û Girê Amediyê 23 caran bi droneyên bombebarkirî û 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

18'ê Cotmehê li herêma Zapê qadên Şehîd Îbrahîm û Geliyê Balinda 5 caran, li herêma Xakurkê jî qada Ava Lolanê 3 caran bi giştî 8 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

17 û 18'ê Cotmehê Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna, Xakurkê û Barzan bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.
Herêmên Şehîd Delîl a Rojavayê Zê, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin.

 

Dilovan Îşlek şehîdê azadiyê ye

17'ê Cotmehê Dilovan Îşlek ê ji Mexmûrê, bi balafirên şer ên dewleta Tirk hate şehîdkirin, yên pê re jî birîndar bûn. Dilovan Îşlek, ciwanekî Kurdistanî yê bi rûmet bû, welatparêzekî me yê şoreşger bû ku di têkoşîna şoreşê de keda xwe hebû û bi fedakariyeke mezin xizmet ji gelê xwe re dikir. Dilovan Îşlek şehîdekî têkoşîna me ya azadiyê û şoreşa me ye. Di serî de Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê em sersaxiyê ji malbata welatparêz a Şehîd Dilovan Îşlek û tevahiya xelkê Mexmûrê re dixwazin. 

 

PDK’ê kete bin nîrê dewleta Tirk

Dewleta Tirk a dagirker, gerîla dike hinceta êrişên xwe yên dagirkeriyê û bi vî awayî dagirkeriya xwe rewa dike û dikeve hewila veşartina armanca xwe ya esil. Heger armanca pêşîn a dewleta Tirk rakirina ji holê ya PKK’ê û gerîla be jî, ya esas bi tevahî dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye. Delîla herî darîçav ew e ku ji 7’ê Cotmehê ve artêşa Tirk a dagirker ji hewayê ve û di erdê re herêma Barzan û Çiyayê Şêrîn dide ber bombeyan û leşkeran lê datîne. Li van deran ti gerîla nînin, lê artêşa Tirk xwe li herêma Barzanê bi cih dike. Ev dagirkerî ye. PDK niha bi temamî ketiye bin nîrê dewleta Tirk û xwe li dagirkirinê kor dike û nikare dengê xwe jê re bike. Dewleta Tirk êdî PDK’ê ne weke hevkar, wek cerdevanên xwe yên li Bakurê Kurdistanê dibîne û diyar e ku PDK’ê jî xwe daye ber vê.

BEHDÎNAN