Di çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê de li Zap, Avaşîn û Metînayê 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, û derb li 3 çeperên hêzên dagirker hatin xistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser van çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeran agahiyên berfireh wiha eşkere kirin:

 

Li Avaşînê

Li herêma Avaşînê, 26'ê Tebaxê saet di 01:00 de li Qada Berxwedanê ya Tabûra Ereban bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.

 

Li Metînayê

26'ê Tebaxê saet di 09:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê, li dijî dagirkeran çalakiyeke sabotajê hate kirin û 3 dagirker hatin cezakirin. Hêzên me yên YJA Starê çalakî kir.

 

Li Şehîd Delîl a li Rojavayê Zê (Zapê)

26'ê Tebaxê sate di 06:30 û 18:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Derb li çeperekî hate xistin.

26'ê Tebaxê saet di 11:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sabotajê li dagirkeran hate xistin. 3 dagirker hatin cezakirin. Hêzên me yên YJA Starê çalakî kir.

26'ê Tebaxê saet di 11:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê dagirkerek hate cezakirin. Hêzên me yên YJA Starê çalakî kir.

26'ê Tebaxê saet di 23:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran derb li çeperekî dagirkeran hate xistin.

27'ê Tebaxê saet di 01:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Derb li çeperekî hate xistin. Hêzên me yên YJA Starê çalakî kir.

 

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker

25'ê Tebaxê li qada Kanîsarkê ya Garê 2 caran bi balafirên şer bombardûman hate kirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin.

BEHDÎNAN