Gerîla li Zapê ji hewa ve li dagirkeran xist

Sêşem 23 Tîrmeh 2024 - 02:55

Yekîneya Şehîd Dogan Zinar li Zapê 4 caran ji hewayî li baragehên leşkerên Tirk ên dagirker xist.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê  derheqê çalakiya gerîlayan ev agahî dan:

“Di navbera dîroka 14 – 16’ê Tîrmehê de baregehên artêşa Tirk a dagirker ên li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi amûrên hewayî hatin hedefgirtin. Baregehên dagirkeran ên li Qada Berxwedanê ya Sergelê 4 caran ji hewa ve hatin lêdan. Di van çalakiyan de hejmara dagirkerên hatin cezakirin û birîndar bûn nehate zelalkirin, lê ziyaneke mezin gihişte çeper û baregehên dagirkeran.’’

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.