Gerîla li Serhedê 2 dagirker kuştin
Çarşem 22 Mijdar 2023 - 16:06
Li qada Gundê Derê yê navçeya Ebexê ya Wanê, gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê li qereqoleke artêşa Tirk a dagirker xistin. Di çalakiyê de 2 dagirker hatin kuştin, 2 çeper hatin tinekirin. Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:
Li herêma Serhedê
4'ê Mijdarê li qada Gundê Derê yê navçeya Ebexê li hemberî qereqoleke artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke koordîneyî ya gerîla hate lidarxistin. Baskê destpêkê yê çalakiyê bi sekvaniyê li dagirkeran xist û di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran xist û 2 çeper hatin tinekirin.
Li herêma Rojavayê Zê ya Şehîd Delîl
21'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker
22'ê Mijdarê li herêma Xakurkê qadên Sinînê, Kendakola, Goşînê, Girê Berbizina, Girê Rostê, Girê Şehîd Hawar 8 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
BEHDÎNAN