Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku gerîlayan li herêma Gabar a Şirnexê li dijî wesayîtek tîpa transît a artêşa Tirk çalakî kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku gerîlayan li herêma Gabar a Şirnexê li dijî wesayîtek tîpa transît a artêşa Tirk çalakî kirin.
HPG’ê li ser çalakiyê ev agahî da: “Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar de 27’ê Tîrmehê li ser rêya di nevbera qereqola Guvenlik û Zvingê ya herêma Gabar a Şirnexê de li dijî wesayîteke transît a artêşa TC’ê çalakiyek kirin. Di çalakiyê de wesayîtê derb xwar, hejmara leşkerên hatine cezakirin û birîndarbûn nehate zelalkirin.
29’ê Tîrmehê, balafirên şer ên Tirk bombe li devera Şehîd Dîren a herêma Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Di vê bomberdûmanê de zirar negihiştiye hêzên gerîlla.”
NAVENDA NÛÇEYAN