- Gerîla TV dîmenê çalakiya 20'ê Cotmehê ya li dijî Qereqola Girê ya li Çelê ya bi dronan weşand.
Gerîla TV dîmenê çalakiya 20'ê Cotmehê ya li dijî Qereqola Girê ya li Çelê weşand. Di dîmenan de xuya dibe ku Yekîneyên Gerîla yên Parastina Hewayî xwe bêhtir pêş xistine û li ezmanan hêza xwe ya manewrayayê zêde kirine.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyê ev agahî parve kiribû:
"Yekîneyên me yên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal Amed di çarçoveya pêngava 'Dem dema azadiyê ye' de, 20'ê Cotmehê li navçeya Çelê ya Colemêrgê bi balafirên bê mirov ên bi çek li dijî Qereqola Girê çalakî kirin. Bi rengekî serketî li hedefên hatin destnîşankirin, hate xistin. Hejmara dagirkerên ku di çalakiyê de hatin cezakirin û yên birîndar bûn nehate zelalkirin."
Ji bo dîmenê çalakiyê bitikînin.
BEHDÎNAN