HPG’ê ragihand hêzên wan li Heftanînê, li Girê Mele Yehya yê Koxê ji du baskan ve çalakî birine ser artêşa Tirk a dagirker. Her wiha ragihand ku li Çelê jî 3 dagirker hatin cezakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku hêzên wan li qada Şehîd Kendal a Heftanînê ji du baskan ve çalakî birine ser leşkerên Tirk ên dagirker ên li Girê Mele Yehya ya Koxê. Her wiha hate ragihandin ku li Çelê li Girê Şehîd Rêber çalakî birine ser dagirkeran û 3 leşkerên Tirk hatine cezakirin.
Daxuyanî weha ye: ‘’Di çarçoweya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê de hêzên gerîla 4’ê Mijdarê li qada Şehîd Kendal a herêma Heftanînê li dijî dagirkeran ên li Girê Mele Yehya ya Koxê bi cih bûbûn ji du baskan ve çalakî birine ser wan. Du kozikên ku baskê pêşî kirî hedefa xwe li gel dagirkerên tê de îmha bûne. Baskê duyan ê çalakiyê jî ji nêz ve bi karîgerî li dagirkeran daye. Di vê çalakiyê de ku derbên giran li artêşa TC’ê ya dagirker hatiye xistin, çend dagirker hatine cezakirin bi zelalî tespît nebûye. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi çekên giran ketûber derdor bombe kiriye.
4’ê Mijdarê hêzên gerîla li Çelê ya Colemergê li dijî dagirkerên ku li Girê Şehîd Rêber bi cih bûbûn çalakî kirine. Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatine cezakirin û kozikeke dagirkeran hatiye rûxandin.

ANF/BEHDÎNAN