Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê gelek çalakî li dar xistin. Di encamê de 8 dagirker hatin cezakirin, 2 mobesse, 2 çeper û konek hatin îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrişên dewleta Tirk jî got, “Artêşa Tirk a dagirker Herêmên Parastinê yên Medyayê 26 caran bi balafirên şer, 34 caran bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî û droneyên bombebarkirî bombe kir. Di vê bombardûmanê de tiştek bi hêzên me nehat."

HPG'ê kite bi kite li ser çalakiyên gerîla û êrişên artêşa Tirk a dagirker ev agahî dan:

 

Herêma Serhedê

24'ê Cotmehê li hemberî qereqola Aybey a li Bazîdê ya li herêma Gilîdaxê bi rengekî koordîneyî ji sê baskan ve çalakî hate kirin. Baskê destpêkê yê çalakiyê bi sekvaniyê li dagirkerê ji bircê derdiket ceza kir. Baskê duyemîn ê çalakiyê bi çekên nîv otomatîk li qereqolê û bircên li derdorê xist. Baskê sêyemîn jî bi sekvaniyê dagirkerekî diçû bircê ceza kir. Di heman demê de 2 sîstemên kamera yên mobesse hatin tinekirin. Di çalakiyê de bi giştî 2 dagirker hatin cezakirin û 2 sîstemên kamera yên mobesse hatin tinekirin. Hêzên me yên YJA Starê ji bo bibîranîna ji fermandarên me yên fedayî Şehîd Hêjar Zozan ev çalakî kir.

 

Li herêma Zê

24'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

24'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, hêzên me yên YJA-Starê bi çekên giran derb li çeperekî xist û liv û tevgera dagirkeran rawestand.

24'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li çeperekê hate xistin.

24'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sûîqeste li dagirkeran hate xistin. Dagirkerek hate cezakirin.

25'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li 2 çeperan hate xistin.

25'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, hêzên me yên YJA-Starê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran xist, derb li çekeke bombeavêj xistin.

25'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.

25'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hêzên me yên YJA-Starê bi çekên nîv otomatîk derb li 3 çeperan xistin.

25'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Gİrê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin, derb li kamerayeke mobesse hate xistin.

 

Li herêma Xakurkê

25'ê Cotmehê li Qada Girê Şehîd Heqî hêzên me yên YJA Starê dagirker xistin bin kontrolê û bi çekên giran li dagirkeran xistin. Di encama çalakiyê de 4 dagirker hatin cezakirin, 2 çeper û konek hatin tinekirin. 

 

Sûcên artêşa Tirk a dagirker

24 û 25'ê Cotmehê li herêma Metînayê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî, carekê bi droneya bombebarkirî û çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê 28 caran bi gazên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

BEHDÎNAN