Gerîla Hogir Delîl li Baneyê hate bîranîn 

Çarşem 18 Çile 2023 - 00:35

Fermandariya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) di 15’ê mehê de bi daxuyaniyekê nasnameya 3 gerîlayên li Asos şehîd bûbûn eşkere kir.

Yek ji wan gerîlayan Hogir Delîl bû, li Baneyê şehîd Hogir hate bîranîn. Gorî agahiyan piştî nasname hatin eşkere kirin malbata şehîd Hogir li gundê Sebedlu ya ser bi Baneyê taziye danîne.

Dayîkên aştiyê yên Rojhilatê Kurdistanê çûn taziyeye malbata şehîd Hogir Delîl û soza bilindkirina têkoşînê dan. Dayîkan li mala şehîd bê navber dirûşmeya ‘Şehîd namirin’ qêriyan. Bi dehan welatî ji bo taziyeyê berê xwe dan mala şehîd Hogir û sersaxî xwestin.

ANF/BANE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.