- HPG'ê ragihand ku li qada Çarçela ya herêma Zagrosê, roja 16'ê Tebaxê helîkoptereke artêşa Tirk hatiye xistin. HPG'ê her wiha Zelal Sîdem a li Heftanînê şehîd bûyî jî bi bîr anî.
HPG'ê ragihand ku li qada Çarçela ya herêma Zagrosê, roja 16'ê Tebaxê helîkoptereke artêşa Tirk hatiye xistin. HPG'ê her wiha gerîlayeke li Heftanînê şehîd bûyî jî bi bîr anî.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên li Heftanînê daxuyaniyek weşand û got, "Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de 16'ê Tebaxê saet di 10:00´an de li devera Çarçela ya herêma Zagrosê li dijî helîkopterên Skorsky ên artêşa TC a dagirker ên ji Girê Çarçelê vedigeriyan, çalakî kir. Derbên giran li helîkoptereke Skorsky hatin xistin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, helîkoptera ku derba giran xwar, nekarî zêde dûr biçe û kete xwarê.
Hêzên me piştî 10 deqîqeyan li helîkoptereke din a tîpa Skorsky xistin ku ji ser gir rabû. Derbên giran li vê helîkopterê jî hate xistin û helîkoptera ku derbên giran xwarin, neçar ma ku ber bi aliyê Gever a Colemêrgê ve biçe.
Ev çalakî ji bo bîranîna fermandar Egîd xerzan û 2 fermandarên artêşa Iraqê hatin lidarxistin, ku di êrişên dewleta TC a dagirker de şehîd bûbûn."
Zelal Sîdem şehîd bû
HPG'ê wekî din ragihand ku 23'ê Tîrmehê li Heftanînê di dema şerê li dijî dewleta Tirk a dagirker de gerîlaya bi navê Zelal Sîdem şehîd bûye: "Yek ji lehengên me ku ji roja destpêkê ve li dijî êrişa adgirkeriyê di çeperên berxwedanê de bû û derbên giran li dijmin dixist, hevrê fermandar Zelal bû. Hevrêya me Zelal 23'ê Tîrmehê li devera Şeşdarayê di berxwedanê de heta fîşeka xwe ya dawî şer kir û tevlî karwanê şehîdên nemir bû."
HPG´ê nasnameya gerîllya şehîd wiha eşkere kir: Zelal Sîdem (Rojbîn Varli) 1992`yan li Amedê ji dayik bûyî.
HPG´ê sersaxî ji malbata Zelal Sîdem û gelê Kurdistanê re xwest, û soza dawîanîna li dagirkeriyê da.
BEHDÎNAN