• Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Girê Amediyê bi operasyoneke şoreşger 49 dagirkerên Tirk kuştin, û gelek gir û dever jî rizgar kirin. Gerîlayan li Metînayê jî bi operasyoneke şoreşgerî 12 dagirker kuştin.  

HPG'ê ragihand ku li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, di çalakiyên gerîla de herî kêm 49 dagirker hatine kuştin. Li Metînayê jî di çalakiyên gerîla gerîla de 12 dagirker hatin kuştin. Bi vî awayî di çalakiyên ji bo salvegera damezirandina PKK´ê de gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê 61 dagirker kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyek weşand û da zanîn ku bi wesîleya salvegera 45’an a damezrandina PKK’ê, hêzên gerîla operasyonên şoreşgerî li dar xistine.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê salvegrea 45’an a damezrandina partiya me PKK'ê, bi dilsoziyeke mezin a bi Rêber Apo re li ser şopa şehîdan û bi ruhê serketinê yê Egîd û Zîlanan pêşwazî dikin. Gerîlayên azadiyê ku dengê geş ê destana azadiyê ya 45 salan e, vê têkoşînê û meşa serketinê bi baweriyeke mezin bênavber dewam dikin. Hêzên me bi operasyoneke şoreşgerî ya berfireh dest bi sala 46'an a têkoşînê kirin, di 20'ê Mijdarê de derbeke giran li hêzên artêşa Tirk a dagirker xistin. Ev operasyona şoreşgerî ji bo silavkirina pêngava azadî ji Rêber Apo re û destpêkirina sala 46'an a PKK'ê hate lidarxistin."

Di daxuyaniya HPG'ê de li ser operasyona şoreşgerî hat gotin: "Hêzên me li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 20'ê Mijdarê saet di 07:20’an de li hemberî dagirkeran operasyoneke şoreşgerî ya berfireh kir. Di çarçoveya operasyonê de li hêzên dagirker ên li ser Girê Şehîd Cesûr, Şehîd Cemre û Girê Şehîd Pîrdogan ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin. Ev operasyona şoreşgerî ya berfireh li sê deverên cuda bi gelek baskên operasyonê, bi taktîkên cuda hevdem hate lidarxistin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi wêrekiyeke mezin, bi ruhê fedaî yê Apoyî yê Rojhat Zîlan û Erdal Şahînan bi ser dijmin de çûn û derba perçiqandinî lê xistin. Di vê operasyona şoreşgerî de 49 dagirker hatin cezakirin. Her wiha 21 kon û 12 çeper hatin îmhakirin. Hevrêyên me yên ku pêşengî ji baskên operasyonê re kirin, Ciwan û Andok bi fedaî şer kirin û şehîd bûn."

HPG´ê kite bi kite li ser baskên operasyona şoreşgerî agahî dan:

 

Li Şehîd Cesûr

Baskên operasyonê yên li vê derê xwe berdan nava dagirkeran û bi taktîka êrişê lê dan. Hêzên me bi çekên ferdî û nîv otomatîk li dagirkeran xistin, 3 çeper û 8 kon îmha kirin, 9 dagirker ceza kirin. Dagirkerên li Şehîd Cesûr piştî derbên hêzên me dest ji çeperên xwe berdan û reviyan. Her wiha bi çekên nîv otomatîk û çekên giran li dagirkerên mayî hate xistin, 2 çeper hatin îmhakirin. Hevrêyê me Ciwan ku fermandarî ji vî baskê êrişê yê operasyona şoreşgerî re kir, bi wêrekiya bilind û ruhê fedaî bi ser dijmin de çû, şer kir û şehîd bû.

 

Li Şehîd Cemre

Baskên yekemîn û duyemîn ên operasyonê xwe berdan nava dagirkeran û bi taktîka êrişê derb lê dan. Baskê duyemîn bi çekên ferdî û nîv otomatîk li konên dagirkeran xist. Hêzên me ketin nava kon û çeperên dagirkeran û li vê derê 25 dagirker ceza kirin, 8 kon û 5 çeper îmha kirin. Her wiha derb li 5 konan xistin. Hevrêyê me Andok ku fermandarî ji vî baskê êrişê yê operasyona şoreşgerî re kir, bi wêrekiya bilind û ruhê fedaî bi ser dijmin de meşiya, şer kir û şehîd bû.

 

Li Şehîd Pîrdogan

Hêzên me ji sê baskan ve xwe berdan nava dagirkerên li Şehîd Pîrdogan û bi taktîka êrişê li wan da. Baskê destpêkê yê êrişê ji nêz ve li dagirkeran xist ku xwe li qadê veşartibûn. Bi çekên ferdî û bombeyên destan li dagirkeran hate xistin, 4 dagirker hatin cezakirin, 2 çeper hatin îmhakirin. Baskên duyemîn û sêyemîn ên êrişê jî ji nêz ve bi bombeyên destan û çekên ferdî li dagirkeran xistin. Di şerê giran ê 20 deqîqeyan de 11 dagirker hatin cezakirin û dagirker neçar man ku astekê vekişin.

Di heman demê de li Qada Komando û Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

 

Gerîla li Metînayê 12 dagirker kuştin

HPG'ê da zanîn yekîneyên gerîla di salvegera 45'an a damezrandina PKK'ê de li Metînayê 12 dagirker kuştine. Agahiyên di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê yên li ser çalakiyê bi vî rengî ne:

"20'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê li dijî dagirkeran bi rêbaza gerîla ya koordîneyî çalakiya serdegirtinê hate lidarxistin. Baskê destpêkê yê çalakiyê ji cihekî nêz ve bi bombeyên destan û çekên ferdî li du çeperan xist. Di van çeperan de 4 dagirker hatin cezakirin, her du çeper û kamerayeke mobesse hatin tinekirin. Baskê duyem ê çalakiyê bi çekên nîv otomatîk li çeperekî dagirkeran xist û 4 dagirkerên di çeper de hatin cezakirin. Baskê sêyemîn ê çalakiyê bi çekên ferdî li dagirkeran xist. Baskê çaremîn ê çalakiyê bi çekên ferdî û nîv otomatîk li dagirkeran xist û di encamê de 4 dagirker hatin cezakirin. Baskê pêncemîn ê çalakiyê di heman demê de bi çekên nîv otomatîk û giran li dagirkeran xist, derb li 2 çeperan xistin.

Di vê çalakiyê de hevrêyê me Egîd ku bi wêrekiyeke bilind û ruhê fedaî bi ser dijmin de çû, şehîd bû. Her wiha 12 dagirker hatin cezakirin, kamerayeke mobesse û 2 çeper hatin tinekirin, derb li 3 çeperan hate xistin."

BEHDÎNAN