Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, ragihand ku gerîlayên azadiya Kurdistanê li Metîna li dijî dagirkeran çalakî li dar xistine û di encama çalakiyê de 18 dagirker hatine kuştin, hêzên gerîla bi xwe çûne ser 12 cenazeyên leşkerên dagirker.
HPG’ê detayên Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Amed a li herêma Metîna ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê parve kirin. HPG´ê got, “Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, bi operasyonên şoreşgerî kete sala 46’an a damezirandina partiya me PKK’ê. Gerîlayên me bi operasyonên şoreşgerî sala nû ya partiya me û têkoşînê pêşiwazî kir, bi layiqê meşa destanî ya nîv sedsalî ya PKK’ê, bi ruhê fedayî yê APO’yî, têkoşînê xurt dike. Bi ruhê fedayî yê Apoyî, wêrekiyeke mezin, bi taktîkên dewlemend ên gerîlatiya modernîteya demokratîk û bi şêwazê xwe yê meşa serketinê, derbên giran li artêşa dagirker dixin. Hêzên me li Metînayê, Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Sorxwîn pêk anîn, 18 dagirker ceza kirin û dest danîn ser gelek çek û amûrên leşkerî. Artêşa Tirk a dagirker û medyayay wê ya şerê taybet, wendahiyên xwe veşartin û bi tenê 3 kuştiyên xwe dan. Lê hêzên me bi xwe çûn ser cenazeyê 12 dagirkeran, zelal kirin ku bi giştî 18 dagirker hatine cezakirin.’’
Navendê derbarê Operasyona Şoreşgerî de ev agahî parve kirin.
25’ê Mijdarê gerîlayan bi çekên ferdî dest li helîkopterên li qada berxwedanê ya Girê Çarçelê werdan.
26’ê Mijdarê li dijî dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçel, Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Sorxwîn hate pêkanîn. Operasyona Şoreşgerî bi taktîka xwe berdana nava dijmin, ji 5 baskan ve pêk hat. Dagirkerên di hedefa operasyona şoreşgerî de, bi bombeyên destan û çekên ferdî bi bandor hatin lêxistin. Hêzên me li vir çûn ser 12 cenazeyên dagirkeran û zelal kirin û hemû hatine cezakirin. Dagirkerên ku ji bo teqwiyeyê hatin, bûn hedefa hêzên me. Di kemîna gerîlayan de, 6 leşkerên dagirker hatin cezakirin. Di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Sorxwîn Amed de, bi giştî 18 dagirker hatin cezakirin, ji ser dagirkeran çekeke BKC, çekek Bombeavêj, 2 çekên MPT-55, 12 şarjorên çeka MPT-55, dedektorek, 2 dûrbînin çekan, telefoneke peykan, 2 telefonên bêrîkan, dûrbîneke termal, 2 powerbank, 4 barangir, montek, êlegekî êrişê, 5 çente, bedilekî leşkerî, kaskek, çenteyekî tenduristiyê, termosek, cotek lepik û 2 kêr hatin rakirin.
Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Sorxwîn Amed, ji bo bi bîranîna hevrêyên me yên fedayî yên pêşeng Baran Çirav, Binevş Vejîn û Amed Avesta ku roja 26’ê Mijdara 2022’an Operasyona Şoreşgerî ya Girê Hekarî ya li Metîna pêkanîn, hate lidarxistin.
BEHDÎNAN