- Gerîlayên HPG´ê û YJA Starê li Berwariyê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiya sabotajê kir. Hate ragihandin ku 10 tîmên taybet hatine cezakirin. Li gorî daxuyaniyê, ev çalakî ji bo silavkirina Pêngava 15'ê Tebaxê hatiye kirin.
Gerîlayên HPG´ê û YJA Starê li Berwariyê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiya sabotajê kir. Hate ragihandin ku 10 tîmên taybet hatine cezakirin. Li gorî daxuyaniyê, ev çalakî ji bo silavkirina Pêngava 15'ê Tebaxê hatiye kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê got, "Artêşa TC a dagirker ev demek bû li navçeya Berwarî ya Sêrtê li devera Kato Hêşetê bi tîmên taybet kemîn datanî. Hêzên me ev yekîneya dijmin xistin bin kontrolê, liv û tevgera dijmin demekê şopandin. 12'ê Tebaxê saet di 22:00 de hêzên me li devereke di navbera Berwarî û Hêşetê de, li dijî wesayita ku yekîneya dijmin tê de bû, çalakiya sabotajê kir. Di encamê de wesayita dijmin bi temamî îmha bû, bi qasî ku hate tespîtkirin 10 tîmên taybet hatin cezakirin. Ev çalakî ji bo silavkirina salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê hate lidarxistin."
BEHDÎNAN