- Serokwezîrê Elmanyaya Federal Olaf Scholz (SPD) çû serdana Swêdê.
Serokwezîrê Elmanyaya Federal Olaf Scholz (SPD) çû serdana Swêdê. Li wir bi serokwezîra Swêdê Magdalena Andersson re rûnişt û behsa meseleya endametiya NATO’yê jî kir.
Scholz di civîna hevpar a piştî hevdîtinê de got, li bendê ye ku di demeke kurt de endametiya Fînlandiya û Swêdê ya NATO’yê biçe serî. Wî got, dewletên endamê NATO’yê yên ku heta niha peymana endametiya NATO’yê ya her du welatên Skandînavyayê li parlamenên xwe erê nekirine, wê di demeke kurt de vê bikin. Wî nexasim jî navê Tirkiyeyê hilda.
Serokwezîra Swêdê Andersson jî got, welatê wê, wê li gorî peymana bi Tirkiyeyê re tevbigere. Wê malavahiya Scholz jî kir ji ber desteka wî ya ji bo endametiya welatê wê ya NATO’yê.
Daxuyaniya Scholz dihêle mirov wê zen û gumanê ji Elmanyayê bibe ku ew bûbe navbeynkar di navbera Swêd û Tirkiyeyê de.
Peymana di navbera Swêd, Fînlandiya û Tirkiyeyê de, krîmînalîzekirina Kurdan, zextên li ser siyaseta Kurdan û dersînorkirina Kurdên çalak ber bi Tirkiyeyê ve pêş dibîne. Swêd û Fînlandiya teahud dikin ku ew ê zilmê li Kurdên li welatê xwe bikin.
STOCKHOLM