Gazên bi jehr

În 2 Tîrmeh 2021 - 03:50

  • Artêşa Tirk 19'ê Gulanê bi helîkopterên Skorsky teqemeniyeke ji gazên bi jehr danî qada Cîlo yê Biçûk. Ev teqemenî sûcên şer ên dewleta Tirk ên li qadên gerîla radixe pêş çavan. 

AMARGÎ ARHAT BA
BEHDÎNAN

 

Yek ji çeperên berxwedana gerîla ya li dijî êrişên dagirkeriyê, qada Cîlo ya Biçûk a herêma Zapê ye. Di berxwedana gerîla de ya bi pêşengiya Fermandar Bawer Dendar û Ronahî Axîn de, di navbera hêzên gerîla û artêşa Tirk de 40 rojî şerekî giran qewimî. Li qad û tunelên şer ên li Cîloyê Biçûk, di têkoşîna li dijî artêşa Tirk de li gel Melsa, Rustem, Çiyager û Andokan gelek lehengî çêbûn. Artêşa Tirk 40 rojî li dijî tunelên şer ên li qada Cîloyê Biçûk, bi rêbazên li derveyî mirovahiyê sûcê şer kir. Li dijî êrişên leşker û çeteyên dewleta Tirk, hem li tunelên şer hem jî li derveyî tunelan gerîla bi çalakiyan bersiv dan û 40 rojî têkoşîneke bêhempa meşand.

Bi helîkopteran jehr berdan  

Artêşa Tirk 19'ê Gulana 2021'ê bi piştgiriya helîkopterên Kobra hêzên xwe bi helîkopterên Skorsky li tunelên şer ên li Cîlo ya Biçûk danî. Ya ku ji helîkopterên artêşa Tirk hate danîn vê carê ne leşker bû, lê teqemenî bû. Leşkerên Tirk ên ku newêrin sîng bi sîng li dijî gerîla şer bikin, welê lê hatibû ku nekarî bû xwe li qadên gerîla jî deynin. Di 19'ê Gulanê de bi helîkopterên Skorsky artêşa Tirk teqemeniyên bi gazên jehrê bi şirîdan berdan nava paceyên tunelên şer. Teqemenî piştre ketin destê gerîla. Ev madeya ku teqemenî û gazên bi jehr tê de bû, sûcên şer ên ku dewleta Tirk li qadên gerîla dike, radixe pêş çavan.

Em hê jî lêdikolin

Gerîlayê HPG'ê Êriş Andok li ser teqemeniyên hatin bidestxistin wiha axivî: "19'ê Gulanê êriş hate kirin û liv û tevgera helîkopterên Skorsky hebûn. Hewl dan ku van teqemeniyan biavêjin nava tunelên me yên şer. Me hîn tespît nekiriye bê teqemeniyeke çawa ye. Dijmin ev teqemenî ji helîkopterên Skorsky bi şirîdan berdan paceyên şer ên tunelên me yên şer. Lê belê bi vê rêbazê nekarî encamê werbigire û ev teqemenî kete destê me. Jixwe ev teqemenî bi korteksê pêçayî bûn ku madeyeke herî hesas e. Ev jî madeyeke welê ye ku bi derbeke biçûk jî diteqe. Em ê lêkolîn bikin ku ev made çi ye û parve bikin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.