Gava yek ji wan F-16´ê bide erdê

Sêşem 25 Gulan 2021 - 01:41

Dewleta Tirk, meseleya dronên gerîlayan pêşî bê qîmet kir Xebero hîç zirar û ziyan nedaye balefirgehên Amed û Batmanê. Piştre jî wê îdîa kir, teknolojiya guherandina frekansan, ji Kanadayê ye. Axir ji ber wê ziyana nebûyî jî balefirgeha Amedê wê mehekê girtî be. Ka li Batmanê dronên dewleta Tirk wê karibin bifirin yan na, em nizanin. Lê em bi tiştekî dizanin; êdî li Bakurê Kurdistanê balon jî li nêzî dagirkeran biteqin, ew ê guleyan li hewayê bireşînin.

Çalakiyên gerîlayan ên 19 û 21´ê Gulanê îşaret bi çi dikin? Li gorî Rêveberê Lêkolînê li Înstîtuya Siyaseta Derve ya DYE´yê Aaron Stein, "Ev pirr muhim e." Li vir ew balê dikişîne ser erzanbûna van sîlehan ku dikarin baregehên mezin ên weke balefirgehên sereke bitevizînin. Bi ya wî ji ber ku tiştên lazim jî li her derî tên firotin, gerîlayên Kurdistanê wê karibin li her derî wan çêkin.

Analîzkerê Stratforê ê Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê li RANE´yê, Ryan Bohl jî dibêje, êrişên ji hewayê ve yên li dijî eskeriya dewleta Tirk êdî wê rûtinek bin. Ew dibêje, "Ev serhildaneke asîmetrîk e, ji bo çêkirina van dronan ti mesref naçe. Û heger şensê PKK´ê hebe û yek ji wan li F-16´ê bixe, hingê meseleya mesrefê wê li xêra wan be. Gelek wê negihîjin hedefê. Dibe ku Tirk xwe li rewşê bînin. Lê ya lazim (ji bo PKK´ê) ew e ku yek ji wan bifilite û bigihîje hedefê".

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.