Li ser daxuyaniyên Erdogan ên li dijî Fransa û serokkomarê wê Emmanuel Macron, Fransayê nerazîbûn nîşan da û behsa ferzkirina cezayan li ser Tirkiyeyê kir.
Li ser daxuyaniyên Erdogan ên li dijî Fransa û serokkomarê wê Emmanuel Macron, Fransayê nerazîbûn nîşan da û behsa ferzkirina cezayan li ser Tirkiyeyê kir.
Wezîrê karên derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian daxuyaniya serekçeteyê dewleta Tirk Tayyîp Erdogan şermezar kir. Wî daxuyaniya Erdogan bi tundî û bi nefretê bi nav kir.
Jean-Yves Le Drian behsa ihtîmala ferzkirina cezayan li dijî Enqereyê kir. Jean-Yves Le Drian ji kanala Europa1 re ragihand ku daxuyaniyên tund û nefretê yên Erdogan bi rêk û pêk dike, nayên qebûlkirin.
Wezîrê karên hundir ê Fransayê Gerald Darmanan jî di Cotmeha bihurî daxuyaniyên Erdogan rexne kiribûn û wek bihurîna ji hed bi nav kiribû.
Fransayê tevgera faşîstên Tirk ya Ulkucu jî li welatê xwe qedexe kiribû û li ser vî karê navxweyî yê Fransayê, dewleta Tirk dîsa bi daxuyaniyekê gef li Fransayê xwaribûn.
PARÎS