Firqateyna Hamburg Tirk teftîş kirin

Nûçeyên Cîhan

Duşem 23 Mijdar 2020 - 15:48

  • Eskerên Elman bi firqateyna bi navê Hamburg pêr êvarê keştiyeke bar a Tirk sekinand û tê de li sîlehan geriya.

Eskerên Elman bi firqateyna bi navê Hamburg di çarçoveya mîsyona Yekîtiya Ewrûpayê (YE) ya bi navê Îrîniyê de ji bo kontrolkirina ambargoya çekan a Neteweyên Yekbûyî (NY) li peravên Lîbyayê ne. Van eskeran pêr êvarê keştiyeke bar a Tirk sekinand. Dîmenên hatin belavkirin nîşan da ku eskerên Elman qismekî ji muretebatê ji bo ku wan asteng nekin, bêtesîr dikin.

Keştiya bi navê 'ROSELINE-A' ya Tirk, pitirpêr ji Stenbolê bi rê ket, pêr (22'ê Mijdarê) êvarê ji aliyê firkateyna Elman a bi navê Hamburg ve li başûrêrojava yê Nîvgirava Morayê hate rawestandin. Vê keştiyê barê xwe wê bibira Misratayê li Lîbyayê.

Ji ber ku têkilî bi welatê bandrola keştiyê li ser (dewleta Tirk) re nekarî bê danîn, esker dereng ketin keştiyê û dest bi lêgerînê kirin. Eskerên Elman guman dikir ku di keştiyê de sîleh hebin ku li dijî ambargoya NY´yê dibin Lîbyayê. Piştî ku 3 saet û nîvan lêgerîn di keştiyê de tê kirin, dewleta Tirk mudaxil dibe û nahêle lêgerîna di keştiyê de bi dawî bibe.

Tirkiyê nehişt lêgerîn bi dawî bibe

Li gorî agahiyên rayedarên fermandariya Îrînî piştrast kirine, destpêkê muretebat li ber eskerên Elman ranebûye û hevkariya wan kiriye. Lêgerînê saet 19´an êvarê dest pê kiriye. Lê paşê dewleta Tirk mudaxil bûye, lêgerîna di keştiyê de protesto kiriye, û nehiştiye temam bibe. Fermandariya Îrînî ku navenda wê li Romayê ye agahî neda ka gelo lêgerîn bi dawî bûye yan na, lê di nava 3 saet û nîvan de li gorî pisporan ne mumkin e barê keştiyeke bar bi temamî bê kontrolkirin. Rapora eskerên firqateyna Elman a li ser bûyerê wê eşkere bike ka gelo lêgerîn heta bi dawiyê çûye yan na.

Havîna bihurî jî Firqateyna Hamburgê kêştiyek kontrol kiribû û di kêştiyê de sotemeniya kerosin hatibû dîtin ya ku tenê ji bo jetên eskerî tê bikaranîn. Gava nûçeya me dihat amadekirin, hîna rapora eskerên firqateyna Hamburg nehatibû eşkerekirin. Ji ber wê jî hîna nedihat zanîn ka di lêgerîna keştiya Tirk de tiştek hatiye dîtin yan na.

Destpêka Havînî jî ji ber ku dewleta Tirk nehiştibû lêgerîn di keştiyeke bi bandrola Tanzanya de bê kirin krîzeke NATO´yê dabû der ji ber ku fu firqateynên Tirk sîlehên xwe li firqateyneke Fransî siwar kiribûn.

FRANKFURT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.